Oluç: Îktidar bi hişmendiya darbeyê nagêjin meqseda xwe

img
ENQERE - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, têkildarî darbeya 4'ê mijdarê ku wekîl û rêveberên HDP’ê hatin girtin daxuyanî da û diyar kir ku parlamenterên wan "Dîl" hatine girtin û wiha got: "Îktîdar bi hişmendiya darbeya 4'ê mijdarê nagêje meqseda xwe. Em bang li muxalefetê jî dikin ku li hemberî vê yekê bêdeng nemînin."  
 
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, têkildarî têkildarî geşedanên dawî li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Oluç, ewil bal kişand ser tayînkirina qeyûman a Şaredariyên HDP’ê û wiha got: "Di saetên serê sibê de qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê ya ji seadî 70 deng girtiye, kirin. Heta niha Qeyûm tayînî 15 şaredariyên HDP’ê kirin. Bi tayînkirina qeyûman vîna gel didizin. Ev dizîna deng, ked û vina gel e. Ev tunekirina vîna gel û hiqûqa sindoqê ye. Îktîdar hem hevşaredarên me ji peywirê dûr dixe û hem jî endamên meclîsa şaredariyê ji peyvirê dûr dixin. " 
 
Oluç, da zanîn ku hevşaredarên wan li dijî hiqûqê hatine girtin û wiha axivî: “Ev îktîdar zilmê dike. Ev nîşaneya çetebûn, qelêşî û nehsbûna Îktîdarê ye. Dema em dibêjin hûn dijminên Kurdan in. îtîraz dikin. Navê vê yekê dijminantiya Kurdan e. Hûn ne hilbijêr û ne jî bijartiyên kurdan qebûl dikin. Hûn raste rast vîna gel xezb dikin. Ev îktîdar dibêje 'Ger ku hûn kurd bin heq û hiqûq ji were tune ye' Mafê jiyanê ji Kurdan re nas nakin.  Ev teqez nayê qebûlkirin. Dixwazin rêveberiyên herêmî bi destê Qesrê bi rêve bibin. Dixwazin her tiştî bi Qesrê ve girê bidin. Dixwazin siyasetê jî qeyûm bikin."  
 
BANG LI MUXALEFETÊ KIR
 
Oluç, bang li muxalefetê jî kir û wiha got: "Muxalefet li hemberî tayînkirina qeyûban bêden in û asayî nêzîk dibe. Ev ne rewa ye. Ev awarte ye. Pergala Qeyûm mayinde dikin. Bawer bikin ku îro hûn dengê xwe nekin dê sibê dest we jî bidin. Em dê bi her awayî dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em dê li siyaseta demokratîk xwedî derkevin û bertekên xwe mezin bikin. Em qebûl nakin ku vîna gel wisa xesp bikin. Vê îktîdarê di 4'ê Mijdara 2016’an de darbeya siyasî kir. 4'ê mijdarê 15 wekilê me li bajarên cuda binçav kirin û girtin. Ev darbeya siyasî ye. Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan di 28'ê Tîrmkeha 2015’an de axivî. Aşkere bang li parlamentoyê kir. Ji wê rojê û şûnde berê xwe dan HDP'ê. Dest bi operasyonan kirin. Zêdeyî 10 hezar endam û rêveberên wê hatin binçavkirin. Zêdeyî 3 hezar rêveber û endamên wê girtî ne. Em carek din bibêjin îktidar bi darbeya 4'ê mijdarê nagêje meqseda xwe. "