Ji Erdogan peyama 'Dê operasyonên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bikin'

img

ENQERE – Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan di civina koma partiya xwe de peyama dewama operasyona li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: “Heta li Sûriyeyê yek terorîst bimînin, têkoşîna me dê bidom in.  

Em bi şertekî bi mutabakata Rûsya û DYA'yê ve giredayî ne." 
 
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan di civîna koma xwe ya li meclîsê de geşedanên di nava hefteyê de nirxand. Erdogan parast ku partiya wan di 17 salan de ji aliyê komên vesayetê ve rastî êrîşan tên û wiha got: "Ji sala 2013'an û şûnde êrîşek bê navber dest pê kir. Di serdema bûyerên Gezî de kampanya hat destpêkirin. Me serî netewand û me kolan paqij kirin. Di 17'ê Kanûnê de darbeya yekem ji aliyê FETO ve hat. Di 15'ê Tîrmehê de li dijî me darbe pêk hat."  
 
PERGALA HIKÛMETÊ YA SEROKOMARIYÊ PARAST
 
Erdogan, pergala hikûmetê ya Serokomariyê parast û wiha axivî: “Millet got erê. Milmet ji ve yekê re got erê, got erê. Ji niha û şûnde gotina we laf-u guzaf e." Erdogan îdîa ku di navbera salên 2013-2018'an de abori ji sedî 5 mezin bûye û di nava welatan de di rêza 13'an de ye û di nava 20 welatên herî bi hêz de  cih digirin. Erdogan parast ku di qada turîzmê de gihiştine 42 milyonan û heta dawiya salê dê bigêjin 50 milyonan.
 
'KESÎ XWE TEV NEDA' 
 
Erdogan îdîa kir ku ji bo parastina ewlehiya sînor her kes erînî nêzîk bûye û îdîayên xwe wiha berdewan kir: "Her kesî erênî dit, lê kesî xwe tev neda û tev negeriyan. Tenê temaşe kirin. Bila kes li qisûrê nenere Serokê DEAŞ'ê dan întiharkirin. Xwe kuşt. Bi operasyona Şaxa Zeytûnê me Efrîn paqij kir. Me ji gefa DEAŞ'ê rizgar kir. Ev koridor ji bo welatê me gef bû. Me destûr neda vê yekê. Di sanayiya parastinê de em rastî ambargoyê hatin. Hemû piştgiriya muhimatê ji ser me qut kirin. Me parastina hewaqê ji Rusya krî.