'Butçeya 2020'an butçeya şîrketa Erdogan e'

img
ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan, têkildarî butçeya 2020'an a li komîsyonê dest bi niqaşan kirin axivî û got: "Butçeya 2020'an butçeya "Qesrê" û "Hevkarên wê" ne. Erdogan wekî şîrketê bi rêve dibe. Butçeya şîrketê ye." 
 
Komîsyona Butçe û Planê ya Meclîsê dest bi niqaşên teklifa qanuna Butçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2020'an kirin. Ewil Cîgirê Kerokomar Fuat Oktay dest bi pêşkêşkirinê kir. Endamê Komîsyona  Butçeyê û Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, Serokomar Recep Tayyip Erdogan welat wekî şîrketê bi rêve dibe û wiha got: "Butçe, butçeya şîrketê ye. Kedkar, karker, esnaf û rençberan ji vê butçeye bêpar in. Piraniya gel xizan e. Ji sedî 70’ê yê gel di bin deynan de ye. Hêjmara kesên betal 1 milyonek zêde bû. Niha 8 milyon  mirov betal in. Xizanî û betalî zêde dibe. Ev butçe ya ji sedan 1'î ye. Butçeya Qesrê ye. Cîgirê Serokomar bi erebeyek pir luks hat meclîsê. Bi maşîneya 8-10 milyon tl hat meclîsê. Serokomar dê 113 hezar TL meaş bistîne. Em dizanin pêdiviya wî tune, lê çima vî meaşî destîne. Welatî nikarin êvaran xwarin bibin mala xwe."  
 
‘AŞTÎ PÊK BÊ EMÊ 100 MÎLYARÎ TASARRUF BIKIN'
 
Paylan, anî ziman ku Serokomar di 44 saliya xwe de teqawît bû û wiha lê zêde kir: "Lê Serokomar kesên dixwazin temenê teqawîtiyê daxin rexne dike û dibêje 'Hûn dizanin guleyek bi çiqas pere ye' Çavkaniyên aborî tevli şer xerç dikin. Lê şer ewlehiya me pêş naxe. Ger ku aştî pêk bê dê aramî û aborî pêş bikeve. Dema çareseriyê lêçûna ewlehiyê 46 milyar TL bû. Niha 160 milyar tl ye. Ger ku em têkevin pêvajoya çareseriyê em dê lêçûna butçeya şer daxin 50 milyarî. Em dê 100 milyar TL tasarruf  bikin."