Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Wê Tirkiye çi bi vê 100 hezar makîneya sûc bike?

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay got çeteyên di operasyona li dijî Rojava de tên xebitandin dê bibin bela serê Tirkiyê. Kubilay CHP’ê û muxalefeta dinê ya ku dijminahiya kurdan jî dikin rexne kir û got: "100 hezar kesên wek makîneya sûc ji çeteyên OSO pêk tên dê çi bibe ji wan?” 

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay li avahiya navenda partiya xwe têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Kubîlay binçavkirina hevşaredarên Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehsade Kurt şermezar kir û got: “Serê sibê şaredarî dorpêç kirin û qeymeqamê wek qeyûm hat tayînkirin çû şaredariyê. Em zîhniyeta qeyûm qebûl nakin. Em ê bi awayê herî tund vê zîhniyetê şermezar bikin.” 
 
Kubîlay bal kişand ser pêlên binçavkirin û girtinê yên li dijî endam û rêveberên wan û binçavkirina Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu û ew ê bêwestan li dijî zext û faşîzmê berxwedan û têkoşîna xwe dewam bikin û dê ev zext nikarin wan têk bibin. 
 
Beşek ji axaftina Kubîlay a di civînê de kir wiha ye:
 
“Di hefteyek dawî de geşedanên dawî yên li raya giştî ya navnetewî ku deng vedidin dema mirov lê dinêre çeteyên navê MSO li wan hatiye kirin û di bin banê Tirkiyê de dixwazin herêmê bêkurd bihêlin, talanê pêk tînin û sûc dikin. Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê jî van îdiayan piştrast dike. Li herêma Rojava û bi taybetî li herêma di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de hewldanên dagirkeriyê didomin. Dem bi dem agahiyên pevçûnên dijwar ji herêmê tên. 
 
XELKÊ SÛRIYÊ ÇARESERIYA DEMOKRATÎK DIXWAZE 
 
Xelkê herêmê li dijî dagirkirinê xwedî hêrsek mezin e. Di bertekên wan girseyî de jî ev tê xuyakirin. Xelkê herêmê ku konvoyên Tirkiyê û Rûsya şermezar dike pirr eşkere dibêje em we li vir naxwazin. 
 
Li Sûriyê gel çareseriyek siyasî ya demokratîk dixwaze. Dixwazin gelê Rojava û rejîma Sûriyê bînin hember hev û dijminahiyê bixin navbera wan .
 
PÊWÎSTE TIRKIYE DAWÎ LI ŞER Û DAGIRKERIYÊ BÎNE 
 
Em dubare dibêjin, lazime Tirkiye demildest dawî li dagirkerî û şerê xwe bîne. Pêwîste eskerên xwe ji axa Sûriyê vekişîne. Tirkiye bi dagirkirina axa welatek din li dijî hiqûqê tevdigire û sûcê şer dike. Viya ne em, peymana Cenevreyê dibêje. Mijarek din ji vê girîngtir jî ev e; Tirkiye bi armanca ji holê rakirina destkeftiyên gelên Rojava di bin navê MSO’yê de ku wek çeteyên OSO’yê bikar tîne talanê û sûc dikin. Ev çete wek makîneyên sûc dixebitin. Wê çi bibe ji vê 100 hezar makîneya sûc? 
 
DEMA ÎŞÊ ÇETEYAN BIQEDE WÊ BERÊ XWE BIDIN TIRKIYÊ 
 
Erdogan van çeteyan wek zirarê nabîne. Ancak di vê mijarê de hesabê malê û derve eynî dernketin. Em pirr eşkere dibêjin tu pêdiviya desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê bi van çeteyan nîne. Dema rojekê van biavêjin aliyekî wê ev kîn û nefret li dijî Tirkiyê bê bikaranîn. Wê demê dê Tirkiye bibe armanca van çeteyan. Em li vir ji CHP’ê û muxalefeta din re dibêjijn li dijî kurdan dijminahiyê nekin û şerê li dijî kurdan erê nekin. Dema li Sûriyê şer bi dawî bibe wê ev çete li serê Tirkiyê bibin belayek mezin yanî wê bela bîne serê Tirkiyê. Wê rê li ber komkujiyên mezin were vekirin. Gelo desthilatdarî û muxalefet ji vê rewşa xeternak re çi dibêje? Divê demildest Tirkiye dest ji makîneya sûc ku ji çeteyên OSO’yê pêk tê berde û wan ji holê rake. 
 
AKP KEDXWARIYÊ DIKE 
 
Pir, tunel, balafirgeh û nexweşxaneyên li derveyî bajaran tên çêkirin û ku gel bikar nayne, dê van muteahîtên çêkirine heqê xwe bixwazin û desthilatdarî neçare bi milyara pere ji van muteahîtan re razîne. AKP li ser mafê karker, kedkar û xelkê kedxwariyê dike. Di butçeya AKP’ê de newekhevî û bêedaletî heye. 
 
BUTÇEYA ŞER ZÊDE KIRIN 
 
Butçeya 2020’an di heman demê de butçeya şer, qeyûm û tecrîtê ye. Tenê ne kurd wê hemû feqîr, kedkar, jin, ciwan, zarok, kal û pîr û astengdarên vî welatî zirarê ji vê buçteyê bibînin. Wê maliyeta civakî û aborî ya şer zêde bibe. Wê AKP û her kes ji vê zirar bike. Butçeya ji bo şer zêde dibe. Butçeyek mezin a Tirkiyê ji bo şer tê veqetandin. Daneyên butçeya niha bi daneyên serdema pêvajoya çareseriyê re dikeve nakokiyan. Butçe ji jin, zarok, teqewît, kedkar, karker û ekolojiyê re nayê veqetandin. 
 
ÇANDINÎ Û SEWALKARÎ TÊK ÇÛYE
 
Her ku diçe heqê çandiniyê biha dibe û gelek saziyên çandiniyê hatine girtin. Bi taybetî li bajarên herêmê û tevahiya Tirkiyê çandinî û sewalkarî têk çûye. Esnaf hemû zirar dikin. Cotkar zirarek mezin dikin.