Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê binçavkirina hevşaredarên xwe şermezar kir

img
WAN - Endamên Meclisa Şarededariya Rêya Armûşê, di civîna xwe ya meha mijdarê de binçavkirina hevşaredar Şehzade Kurt û Azîm Yacan û tayînkirina qeyûman şermezar kirin.
 
Li nvçeya Rêya Armûşê ya Wanê piştî ku hevşaredara Şehzade Kurt û Azîm Yacan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serê sibehê hatin binçavkirin, meclisa şaredariyê cîvîna xwe ya meha mijdarê pêk anî. Parlamenterên HDP'ê yên bajar Muazzez Orhan û Murat Sarisaç, rêvberên HDP'ê yên bajar û navçeyan, hevşaredar û endamên meclisê tevli civîna hat lidarxistin bûn.   
 
'EDALET JI HERKESÎ RE LAZIM E'
 
Di civînê de Hevberdevkê Meclisa Şaredariyê Murat Oner axivî û wiha got: "Divê di serî de em ji vê pêvajoyê re bibêjin êdî bese êdî. Êrîşên li ser partiya me berdewam dikin û ji kurdan re dibêjin, 'hun çiqas hilbijêrin em ê ji peywirê bigirin'. Qanûnê xwe yên şaredariyan jî pêk naynin. Tayînkirina qeyûman helwesteke siyasî ye. Em ê heta dawî li şaredariya xwe xwedî derên.  Kesên ku em bê sebeb bi lêpirsînan dan girtin îro li Girtîgeha Sîlivriyê tên girtin.  Edalet rojekê wê ji her kesî re lazim be."
 
'HEVŞAREDARÊN ME VÎNA BAJAR IN'
 
Parlamenterê HDP'ê Murat Sarisaç jî wiha got:"Ev ne tiştekî ku em biyaniyê wê ne. Li welatê me bi qirkirina siyasî re têkoşîna mafan tê tunekirin û hevşaredarên me îradeya bajêr in."
 
Piştî axaftinan civîna meclisê bi dawî bû.
 
Bendemayîna HDP'yîyan li avahiya şaredariyê berdewam dike û rojnamegerên ku li ber avahiyê bûn jî ji aliyê polîsan ve hatin dûrxistin.