Arslan: CHP'ê temenê AKP'ê dirêj kir

img

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, anî ziman ku bi şer bersivdayîna bangawaziya Ocalan a ji bo aştiyê wê pirsgirêkê çareser neke û ji bo CHP'ê ku tezkereya şer pesend kir got: "Temenê AKP'ê dirêj dike û di siyasetê de têk çûye."  

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, êrîşên Tirkiyeyên yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yekîtiya neteweyî ya kurd nirxand. 
 
Tirkiye, di 9'ê Cotmehê yanî di 21'emîn salvegera komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de êrîş biribûn ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, anî ziman ku ev dîrok ne tesadufî ye. Arslan, bibîr xist ku Ocalan ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane çareser bike çûye Ewropayê, lê belê hêzên komploger bi îtifaqên qirêj ên navnetweyî û bi hin lîstikan hewl dan lêgerîna Ocalan a ji bo aştiyê bifetisînin. 
 
Arslan, diyar kir ku 21 sal şûnde dîsa li vê axê şer hatiye destpêkirin û got: "9'ê Cotmehê ji bo gelê kurd dîrokeke girîng û êşbar e. Çimkî di 9'ê Cotmehê de ji bo lêgerîna gelê kurd a ji bo azadiyê bê fetisandin komployek li Ocalan hatin çêkirin. Niha jî êrîşan dibin ser axa ku kurd xwe bi xwe bi rê ve dibin. Ev jî nîşan dide ku AKP, tu kurdî tehemul nake. Dixwaze hêviyên kurdan ên ji bo demokrasî, azadî û wekheviyê bişikîne. Ev dîrok ji bo vê yekê hatiye hilbijartin." 
 
AQLÊ DEWLETÊ! 
 
Her wiha Arslan, bal kişand ser gotina Ocalan ku ji bo çareseriyê îşaret bi "aqilê dewletê yê rasteqîne" kiribû. Arslan, got: "Birêz Ocalan, dibêje bi înkarkirina pirgsirêka kurd, bi şer çareserî ne pêkan e. Dixwaze dewlet bi rêbazên maqûl ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tev bigere. Biramin, dewletek dev ji meseleyên xwe yên civakiyî yên hundirîn berdaye û pirsgirêkên aboî, tenduristî û perwerdehiyê serî berdane. Nikare axa xwe bi rê ve bibe, lê ji bo kurd nebin xwedî statu radibe êrîşî Rojava dike. Ev ne rewşeke ku bi aqilê dewletê bê ravekirin. Ev faşîzm e, fersaeta dagirkirinê ye. Birêz Ocalan , ji bo pêşxistina çareserkirineke demokratîk got, divê dewletê aqilê xwe yê rasteqîne bi kar bîne. Lê belê dewlet rabû bi şer bersiva vê bangawaziyê da."  
 
Arslan, destnîşan kir ku kurd ji bo Tirkiyeyê ne talûke ne, bereksê havênê yekîtiya vî welatî ne. 
 
'JI BO ASTENGKIRINA ÇARESERIYÊ TECRÎD PÊK TÊ' 
 
Arslan, destnîşan kir ku ji ber ku Ocalan perspektîfa çareserkirinê berpêş kiriye û gotiye, ev tişt bi şer nayê çareserkirin hatiye bêdengkirin û got: "Zêdetirî 20 sal in Birêz Ocalan li Girava Îmraliyê ye. Ji agirbesta 93'yan ve jî bi israra îşaret bi rêya diyalogê û çareserkirineke demokratîk dike. Car carina ev pêk hat. Her çend aştî çê nebûbe jî me dît ku di van serdeman de Tirkiye çi qas rihet bûye. Ji ber vê AKP, ji bo hewldana Birêz Ocalan a ji bo çareserkirineke demokratîk asteng bike tecrîdê pêk tîne. Pirsgirêka kurd êdî bi PKK'ê nayê îzahkirin. Bi Birêz Ocalan nayê îzahkirin. Bi tu partiyeke siyasî nayê îzahkirin. Heger ev partî hemû bên girtin jî, wê kurd tim û tim rastiya vê axê bin. Hûn ê nikaribin di sedsala 21'an de 50 milyon kurdî qir bikin û tune bikin. Wê pirsgirêka kurd hebe. Ji niha û pê ve kes nikare kurdan bike kurdên berê. Kurd hemû êdî dixwazin wekî gelên din bi awayekî azad û wekhev bijîn." 
 
HERÊMA BIEWLE 
 
Arslan, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd êdî pirsgirêka cîhanê ye. 
 
Arslan ku got "Tirkiye çi qasî bibêje ez welatekî NATO'yê me jî, lê belê îro gelek hêzên girîng ên cîhanê piştgiriyê didin kurdan. Destekê nadin welat û mutefîkên NATO'yê" destnîşan kir ku tevî gelek gelên Tirkiyeyê hema bêje li tevahiya cîhanê gel li dijî dagirkirinê ne. 
 
Arslan, abl kişand ser "herêma ewle" ku Tirkiye dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bike û got: "Wê Tirkiye herêma ewle ava neke. Her kes dizane. Tirkiye nikare tengijîna xwe ya siyasî çareser bike. Mixabin, ji ber ku AKP nikare pirsgirêkan çareser bike polîtîkayên şerî dixe dewrê. Tirkiye nikare li ber DYA û Rûsyayê tiştekî bike, lê radibe di ser kurdan re li Sûriyeyê tev digere. Herêma ewle, ji bo astengkirina statuya kurda ye. Dixwaze vê yekê bi bermayiyên şer ên DAIŞ û El Nusrayê vê pêk bîne. Ev tenê ne ji bo kurdan an jî Sûriyeyê, ji bo Tirkiyeyê jî talûke ne. Demildest divê Tirkiye dev ji vê dagirkirinê berde û ber bi sînorê xwe ve vekişe."  
 
'DIVÊ EM XWE BI RÊ VE BIBIN' 
 
Arslan, destnîşan kir ku ji her wextî bêtir niha bi qasî nan û avê pêdiviya kurdan bi yekîtiya neteweyî heye û got: "Beriya her tiştî divê li her çar perçeyan kurd bîrdoziyên xwe deynin kêlekekê. Divê yekîtiya me ne li gor nêrînên me yên bîrdozî, li gor berjewendiyên gelê me be. Divê neyê nîqaşkirin ku dê bandor kîjan partiyê, sazî û dezgehê zêde be. Çimkî heta ku em yekîtiya xwe pêk neynin, wê hin kesên din rabin li ser navê kurdan biryarina bigirin. Radibin qesda hebûnaa kurdan dikin û axa wan dagir dikin. Divê em xwe bi rê ve bibin. Kurd, dizanin êdî yekîtiya neteweyî bivê nevê ye. Mîsogerkirina hebûna me, bi yekîtiya neteweyî pêkan e." 
 
'ÎTIFAQA DEMOKRASIYÊ BI DESTÊ CHP'Ê HAT KUŞTIN' 
 
Her wiha Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan, ji ber pesendkirina tezkereya şer CHP'ê tawanbar kir. 
 
Arslan, destnîşan kir ku CHP nikare pirsgirêka kurd çareser bike û got: "Bi fikrekî neteweparêz û dewletparêz tev digere. Deriyên vê fikrê ji çareserkirinên demokratîk re girtîne. Tu hêvî ji CHP'a ku tezekreya şer pesend kiriya nayên kirin. AKP, îtifaqa demokrasiyê ku di 31'ê Adarê de çê bû, bi destê CHP'ê qedand. CHP, îtifaqa demokrasiyê kuşt. Bi qasî AKP'ê, CHP jî berpirsiyar û alîgirê vî şerî ye. Li Tirkiyeyê sedema ku temenê AKP'ê ev qasî dirêj bûye CHP ye." 
 
MA / Mehmet Şah Oruç