Tifaqa AKP û MHP’ê şiband Îttîhat û Terakiyê

img
AMED - Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllarî, tifaqa AKP û MHP’ê şiband Partiya Îttîhat û Terakkî ya di sala 1915’an de fermana komkujiya Ermenî û Suryaniyan da û got: “AKP û MHP polîtîkayên wê serdemê, îro li dijî kurdan bi rêve dibin.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Sûr a Amedê, 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongre li salonekê dawetê ya li navçeyê hat lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê yên bajêr Semra Guzel, Mûsa Farîsogûllarî û Salîha Aydenîz, hevserokên rêxistina bajêr Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen û gelek welatî beşdarî kongreyê bûn. 
 
Hevserokê Bajêr Zeyyat Ceylan di kongreyê de axivî û bal kişand ser êrîşên li dijî kurdan. Ceylan, diyar kir ku kurdan tu carî serî netewandin û wê ji vir û şûn de jî netewînin.
 
Hevseroka Bajêr Hulye Alokmen jî, anî ziman ku teqez wê bi ser bikin û qezenc bikin.
 
ŞIBANDINA ÎTTÎHAT Û TERAKKΠ
 
Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farîsogûllarî jî di kongreyê de axivî. Farîsogûllarî, tifaqa AKP û MHP’ê şiband Partiya Îttîhat û Terakkî ya di sala 1915’an de fermana komkujiya Ermenî û Suryaniyan da û got: “AKP û MHP polîtîkayên wê serdemê, îro li dijî kurdan bi rêve dibin.”
 
Farîsogûlari, bal kişan ser zextên li dijî kurdan zêde bûne û wiha bilêv kir: “Li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê êrîş û zextên li ser kurdan zêde bûne. Biryara van zextan di civîna Desteya Ewlekariya Mîllî (MGK) ya di Cotmeha 2014’an de hat lidarxistin de, hat dayîn. Bi vê re di 5’ê Nîsana 2014’an de hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bi dawî kirin. Ji ber vê divê tecrîda li ser Ocalan baş bê fêmkirin. Ji bo ku em pêvajoyê fêm bikin divê em pergala tecrîdê ya li ser Ocalan baş fêm bikin.”
 
Piştî axaftinan, ji bo Hevserokên HDP’ê yên Navçeya Sûrê Hatûn Yildiz û Zulfîkar Odabaşî hatin hilbijartin.