Başaran: Me gelek caran nîşanî wan da ku em ê serî netewînin

img

ENQERE – Cîgira Hevserokên HDP’ê Ayşe Acar Başaran bertek nîşanî binçavkirin û girtina rêveber û endamên HDP’ê da û got: “Me bi dehan car nîşanî we da ku em ê serê xwe netewînin. Em ê ji niha şûn ve jî qet netewînin.” 

 
Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê Ayşe Acar Başaran a ji Mafên Hiqûq û Mirovan Berpirsiyar li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Başaran diyar kir ku ew îro jî bi operasyonên qirkirina siyasî şiyar bûne û ev demek dirêj e li Tirkiyê bi destê îqtîdarê, darazê û medyayê tê xwestin siyaseta demokratîk têk biçe. 
 
‘DIXWAZIN HDP’Ê TASFIYE BIKIN’ 
 
Başaran anî ziman ku serê sibê di serî de li Amed, Agirî, Êlihê, Enqere û Stenbolê û lig elek bajaran operasyonên hemwext pêk hatine û bi dehan kes hatine binçavkirin. Başaran got ji siyasetmedaran bigire heta rojnamegeran û ji parêzeran bigire heta parêzvanê mafê mirovan bi êrişên giran re rû bi rû ne. Başaran da zanîn ku AKP ji bo xwe li ser pêya bigire êriş dibe ser partiya wan û got: “Li dijî HDP’ê siyaseta tasfiyekirinê tê birêvebirin. Ev operasyon ne hiqûqî ne. Hemû xebatên partiya me krîmînalîze û terorîze dikin. Dixwazin bi awayek fîîlî partiya me bigirin.” 
 
‘WÊ EV ÎQTÎDAR JÎ BI SER NEKEVE’ 
 
Başaran da zanîn ku ew partiyek dikarin mezintirîn a vî welatî ne û îqtîdar bi hemû amûrên zordestiyê bi ser partiya wan ve diçe. Başaran bi bîr xist heta niha bi dehan caran partiya wan û partiyên beriya niha bi êrişên gelek giran re rû bi rû mane û got: “Tu îqtîdarê ji êrişên xwe encam negirt. Wê ev îqtîdar jî di êrişên li dijî me de bi ser nekeve.”
 
‘REFORMA DARAZARÊ JI BO HDP’Ê NAYÊ SEPANDIN’ 
 
Başaran bal kişand ser pakêtên darazê û got: “Reforma pakêtên darazê ji bo HDP’ê û muxalefetê nayê sepandin.” Başaran bal kişand ser tayînkirina qeyûman û 10 jên bi giştî 15 hevşaredarên wan hatine girtin û got: “Ev polîtîka dijminahiya li dijî gelê kurd û jinan xwe baş dide nîşandan.” 
 
‘GIRTÎGEH VEGUHERÎNE KAPMÊN KOMKIRIN’ 
 
Başaran destnîşan kir ku girtîgehên li Tirkiyê veguherîne “kampên komkirinê” û hem li derve hem li hundir li ser gel û siyasetmedaran zextên giran hene. 
 
‘KURD LI BER XWE DIDIN’ 
 
Başaran anî ziman ku jin û kurd dibêjin “em îtaet nakin” û dê her li ber xwe bidin û li dijî her cûre sepanên dij mirovane û xerab serê xwe ardikin û têkoşîna xwe didomînin. 
 
‘EM Ê JI ÎRO ŞÛN VE JÎ SERÎ NETEWÎNIN’ 
 
Başaran di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ew zen dikin ku dê bi HDP’ê û muxalefeta civakî gav paş ve bidin avêtin. Me gelek caran got. Tenê em bi gotinê neman. Me bi pratîk û gotinên xwe gelek caran li dijî van êrişên wan qirkirinê û serî tewandinê li ber xwe da û serê xwe netewand û nîşanî wan da. Em bang li wan kesên li dijî êrişên ser HDP’ê bêdeng dimînin dikin. Yên îro herî zêde li ber xwe didin û yên dengê wan bilind dibe di bin êrîşan de ne. Êdî dema bi awayek hevpar bersiva van êrişan were dayîn hatiye û derbas dibe. Divê li dijî êrişên ser HDP’ê derketin peywîra me ya esil û bingehîn be. Em li dijî siyaseta hilweşîner a Tirkiyê derkevin. Wê berxwedan û têkoşîna me ya bi dehên salan bi vê îqtîdarê gav paş ve bide avêtin.”