Nûnertiya HDP’ê Rêxistina Ban ziyaret kir

img

HEWLÊR - Nûnertiya HDP’ê ji bo niqaşên pirsgirêkên li pêşiya yekîtiya netewî û çareseriya wê bi Tevgera Ban'ê re civiya. Li aliyê din rewşenbîr û kesayetên Başûrê Kurdistanê ji bo guftûgokirina heman mijarê li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dê kom bibin. 

 
Li Başûrê Kurdistanê xebat û hewldanên ji bo avakirina yekîtiya netewî dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de Hevserokên Nûnertiya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya Herêma Kurdistanê Mûzeyen Guneş û Abid Îke, bi kesayet û rewşenbîrên bajarê Hewlêrê re civiyan. Îke û Gûneş serdana Tevgera Aşitiya Navxweyî (Ban) kirin. Di hevdîtinê de li ser girîngiya yekîtiya netewî, sedemên ne pêkhatina yekîtiya Kurd û çareseriya wê nîqaşeke berfireh hate meşandin.
 
Li gorî agahiyên ku Hevseroka Nûnertiya HDP’ê Mûzeyen Gûneş da Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê di nîqaşê de mijara yekîtiya netewî, rola kesayet û rewşenbîr û rêxistinên medenî di pêkanîna yekîtiya netewî de hatine nîqaşkirin. Guneş diyar kir endamên Tevgera Ban rexne li şandeyên hevdîtinan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên parçeyên Kurdistanê û yekîtiya netewî jî kirin ku li gorî têxwestin rol ji bo wan nayê dayîn û nêrînên wan nayên girtin. Guneş, da xuyakirin ku wê sibe saet 14.30’an li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê bi komek kesayet û rewşenbîran mijara yekîtiya netewî gotûbêj bikin û amadekarî ji bo destpêkirina xebatên yekîtiya netewî bikin. Gûneş dazanîn wê civîna wan li gel rewşenbîr û kesayetan ji çapemeniyê re vekirî pêk were. Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier berê niha çend rojan diyar kiribû wê civîneke berfireh a netewî li Hewlêrê birêve biçe û wê di demeke nêzde şandeyek ji Bakurê Kurdistanê serdana Başûr bike.