Sabahat Tuncel: Ji bo em heviyên gelê xwe pêk bînin dixebitin

img

AMED - Rêxistina DBP'ê dê di 30'ê mijdarê de 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bîne. Beriya Kongreyê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, diyar kir ku tişta ew bikin perspektifa xwe ya bîrdozî bi rêxistin bikin û heviya gelê xwe ya jiyanek nû ya azad, wekhev û demokratîk pêk bînin.

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dê di 30'ê Mijdarê de li Enqereyê bi dirûşma "Bi Ruhê Yekîtiya Neteweyî em diçin azadiyê" 5'emîn Kongreya Giştî ya Asayî pêk bînin. Têkildarî kongreya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel a ku di 2016'an de dema tayînkirina qeyûman şermezar kir û hat binçavkirin û girtin û zêdeyî 3 salin li Girtîgeha Hêjmar 1 a Tîpa F ya Kandirayê girtî ye, pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivand. 
 
Tuncel, ewil bal kişand ser wate û girîngiya kongreyê û wiha got: "DBP kongreya xwe di şertên ku gelên li Rojhilata Navîn û cîhanê îtîrazên xwe yên li dijî îktîdaran bilind dikin de pêk tîne. Bi taybetî di dema pergala kapîtaliz a neo-liberal ku bêhna civakê cikandiye û gel xistiye nava krîza siyasî û aborî de pêk tîne. Di pêvajoya ku li dijî van krîzan bertekên mezin ên civakî pêş dikevin de Gelê Kurdistanê bi taybetî li Rojava têkoşîna diyarkirina qedera xwe, azadiya xwe û pêşeroja xwe dide. Têkoşîna avakirina pergala demokratik, ekolojîk û jinê ya azadîparêz dide. Kongremiz, hem li dijî krîza modernîteya kapitalist dibe alternatif, hem jî di teşekirina pêşeroja gelên li Rojhilata Navîn dê bibe modelek. Ji bo vê yekê divê bêtir em niqaş bikin û bi biryarek xurttir tev bigerin. Ji bo siyaseta alternatif em pêş bixin û em paradîgmaya demokratîk ekolojik û jinê ya azadîparêz bikin civakî û bi rêxistin bikin rolên pir mezin dikevin ser DBP’ê." 
 
JI BO RÊXISTINBÛNÊ PERWERDEYA JIN, CIWAN Û CIVAKÊ ESAS E 
 
Tuncel, destnişan kir ku bi taybeti li ser tevgera siyaseta Kurd û bi giştî li ser siyaseta demokratîk, zext, tundî, astengî û polîtîkayên dijwar tên meşandin û wiha got: "Vîna gelê Kurd xesp dikin. Pratika qeyûm ku encama hişmendiya mêtînger e, li tu deverên cîhanê mînaka wê tune ye. Bersîva herî mezin ewe ku gel li vîna xwe xwedî derkevin. Divê em siyaseta azadîparêz derxin holê. Bi KHK'yan re gelek kolele, rêxistinên sivîl û sazî hatin girtin. Bi vê yekê rêxistina cewherî ya gelan hat astengkirin. Vîna gel xesp kirin. Hevşaredar û parlamenterên me bi hincetên pûç hatin girtin û tên girtin. Kolan li jinan û muxaletefê hat girtin. Kesên ji bo daxwazên xwe dadikevin kolanan tên binçavkirin û girtin. Di rewşek wisa de rêxistinbûn bêtir bi wate û girîng e. Li gel van hemû zoriyan DBP di herêmên ku wekî pilot hilbijartiye de dê civakê di milê bîrdozî û polîtîk de bi rêxistin û hêz bike. Xebatên perwerdehiyê yên nava gel bêtir bi wate dibin. DBP, bi ava kirina meclîsên taxan, gundan û bajaran, bi rêya jin û ciwanan ku civakê bi rêxistin bike, dikare demokrasiya herêmî pêş bixe, dikare rêveberiya demokratîk ka zelal û hebas bide ava bike. Dikare hemwelatiyên bi rêxistin, polîtîk pêş bixe. Ji bo vê yekê jî girîngiyê dide perwerdehiya gel, jin, ciwan û kadroyên xwe. Ez bawer dikim ku DBP dê di vê kongreyê de niqaşên kûr bimeşîne û biçe biryarên xur. 
 
ESASÊN KOMARA DUYEMÎN LI SER DIJBERIYA KURDAN TÊ AVAKIRIN
 
Tuncel, anî ziman ku di îktîdara AKP'ê di pêşengiya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, ji bo li ser xeta yekperest, zayentîperest, nijadperest û olperest a militarist, Komara 2'emîn ava bike dixebite û wiha got: "Bingeha Komara 2’emîn li ser dijberiya gelê Kurt tê avakirin. Di vê pêvajoya ku li Rojhilata Navîn hevsengî tên guhertin de, Tirkiye hemû enerjiya xwe ji bo Kurd nebin xwedî statuya xerç dike. Dijberiya hikûmetê ya "Referanduma Başurê Kurdistanê" ya serxwebûnê, dijberiya Rojava ku li dijî Çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe da û ji bo mirovahiyê bû heviyek mezin, dijberiya Şoreşa Rojava ku naxwaze Gelen Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîna xwe xwe bi rêve bibin, dijberiya vîna zêdeyî 20 milyon Kurdên li nava Tirkiye dijîn û girtina parlamenter, hevşaredar û siyasetmedarên Kurd nîşan dide ku Komara 2’emîn li ser înkara Kurdan, îmha û bişaftina Kurdan tê avakirin. Rastiya siyaseta Tirkiyeye nîşanî me dide. "Îtîfaqa Cumhur a AKP, MHP,  Ergenekon'ê li ser bingehê van perspektifan tê avakirin. Ev îtîfaq ji sala 2015'an heta niha li ser kar e. Ev krîz dibe sedema krîza aborî. Hilbijartinên dawî nîşan didin ku Rejîma Tirkiyeyê di nava krîzê de ye. Demokratikbûna Tirkiyeyê di azadiya hemû bîr û baweriyan ên gelê Kurd û hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn re derbas dibe. Niha li Tirkiyeyê zagon û makeqanun hatine sînorkirin. Êdî Parlamento tu fonksiyona wê nemaye. Ev yek "Dîktatoriya temsilî ye" 
 
'KURD LI GEL HEMÛ ZEXTAN DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDAYE' 
 
Tuncel, da zanîn ku tundî û zextên li ser gelê Kurd ne ji niha de ye û wiha lê zêde kir: "Tundî, zext û zilma li ser gelê Kurd ji salên 1990'an de berdewam dikin. Polîtîkayên kujerên nediyar, şewitandina gundan, valakirina gundan, koçberkirina bi zorê, newekheviya heyî tu carî rê li pêş têkoşîna Kurdan a siyaseta demokratik û têkoşîna azadiyê negirtiye. Her ku sext zêde bûne gelê Kurd jî bêtir li ber xwe daye. Bi têkoşîn û berxwedanê HDP, bi 6 milyon dengê mirovan li Mclîsê bû partiya sêyemîn. Li gel qeyûmên li Kurdistanê dîsa di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de gel dîsa HDP hilbijart. Ev nişan dide ku gelê Kurd dixwaze qedera xwe bi xwe diyar bike û xwe bi xwe bi rêve bibe. 
 
OHAL'A DI SALÊN 1990'AN DE DÎSA DI MERIYETÊ DE YE
 
Niha parlamento bê tesîr e. Bi OHAL'ê re Tirkiyeyê bi KHK'an bi rêve dibin. Tayînkirina qeyûman xwe distpêre KHK'yan. OHAL a di salên 1990'an de li Kurdistanê di meriyetê de bû, niha hêj didome. Niha li Tirkiyeyê zagon û Destûra bingehîn avêtine asqiyê. Meclis bê tesîr e. Her kes dizane ku êdî ev rewş heta dawî naçe. Lê ger ku li dijî faşizmê rêxistinbûnek bi hêz û têkoşkînek xurt neyê pêşxistin, ev rewşa heyî dê hebûna xwe berdewam bike. Tişta niha em bikin ewe ku em li dora xeta perspektifên xwe yên bîrdozî xwe bi rêxistin bikin û "Jiyana Nû" ya wekhev, azad û demokratîk ku gelê me li heviya wê ye, têbikoşin û xebatê bikin."  
 
NÊVIYÊ TIRKIYEYÊ XWE DI EWLEHIYÊ DE HÎS NAKE
 
Tuncel, anî ziman ku niha nêviyê gelê Tirkiyeyê xwe di ewlehiyê de hîs nake û wiha lê zêde kir: "Nêviyê gelê Tirkiyeyê xwe kêfxweş û bi ewle his nake. Tundî û kuştina li ser jinê zêde dibe. Tundiya zayendî ya li dijî jin û zarokan re zêde bûye. Ji ber xizanî û nelirêtiyê întîhar zêde dibin. Li dijî nasnameya Kurdan êrîş zêde dibin. Mirov ji ber baweriya xwe rastî êrîşan tên. Li dijî gelê Suriyeyê û penaberên din êrîşên nijadî û cudakariyê zêde dibin. Ger ku li pêş vê yekê rê neyê girtin dê civak perçe bibe. Ji bo vê yekê divê di navbera bawerî û gelan de li ser esasê demokrasî azadiyê de bi perspektifa aştî û biratiyê de têkoşîna rêxistinî bê pêşxistin. " 
 
Çima Peymana Gelên Siyasî û Medenî yên Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, Peymana Gelan a Çandî Civakî û Aborî ya Navneteweyî û Danezana "Der barê Daneyên Serxwebûna Gelan û di bin Mêtîngeriyê de " ya di 14'ê Kanûna 1960'an a Lijneya Giştî ya NY'ê ji bo Kurdan pêk neyê. " 
 
Tuncel, êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rexne kir û wiha got: "DAIŞ a tu carî ji bo Tirkiye nebû mijara ewlehiyê, îro çima gelê Royava yê DAIŞ a ji bo hemû cîhanê talûke bû û cîhan ji vê talûkeyê rizgar kiriye, ji bo Tirkiye dibe talûke. Armanca sereke naxwazin di vê hevsengiya li Rojhilata Navîn tê avakirin de Kurd bibin xwedî statu û naxwazin Kurd cihê xwe bigirin. Tirkiye hemû Kurdên dixwazin ziman, çand, nasname û vîna xwe azad bijîn û pergala demokratik ekolojik, jin a azadîparêz ava bikin, wekî terorist pênase dikin.  Îro gelê Kurd ne tenê ji bo mîsogerkirina pêşeroja xwe têdikoşe. Ji bo mîsogeriya hemû gelê Rojhilata Navîn û cîhanê têdikoşe û bedelên giran dide. 
 
Tuncel, heri dawî bal kişand ser Hevsekoratiya xwe û wiha bi dawî ki. "Her çend bi awayekî fermî Hevseroka Giştî ya DBP'ê bim jî bi awayekî fîîlî min nekarîbû karê xwe bimeşînim. Baş e ku pergala me ya Hevserokatiyê heye. Divê DBP, li gorî pêvajoya siyasî, civakî, aborî û çandî ku em têde dijîn, divê rol û misyona demê bide ser xwe û têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê ya gelên Kurdistanê bi rêxistin bike û rol û misyona xwe derxe zanebûnê û li gorî wê gavan bavêje. Ez ji niha de ji Hevserokên nû û partiya me reserkeftinê dixwazim. 
 
MA/ Mehmet Şah Oruç