MYK’a HDP’ê civiya

img
ENQERE – MYK HDP’ê piştî ku di 20’ê mijdarê de deklarasyona nexşerêya xwe eşkere kir cara ewil li hev civiya. Di rojeva civînê de zextên li ser HDP’ê û plansaziya pêvajoya kongreyê heye. 
 
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li navenda giştî ya partiyê civiyan. 
 
MYK HDP’ê piştî di 20’ê Mijdarê de li Enqreyê deklarasyona nexşerêya xwe eşkere kir û banga hilbijartina pêşwext kir yekem care dicive. Hat zanîn ku di rojeva civînê de mijarên wek geşedanên siyasî, tayînkirina qeyûman, zext û operasyonên li dijî HDP’ê, bandora deklarasyona HDP’ê û pêvajoya kongreyên bajêr, navçe û navenda giştî tên nîqaşkirin.