Hevserokên HDP’a Enqereyê hatin bijartin

img
ENQERE – Di 3’yemîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP’a Enqereyê de Perîhan Pakîze Sînemîloglû û Vezîr Coşkûn Parlak ji bo hevserokatiyê hatin bijartin. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê li Eywana Konferansê ya Vedat Dolukay 3’yemîn Konferansa xwe ya Asayî li dar xist. Piştî axaftin û eşkerekirina raporên xebatê hilbijartin pêk hat û 72 deleqeyan deng bikar anî. Di kongreyê de ji bo hevserokatiya bajêr a Enqereyê Perîhan Pakîze Sînemîloglû û Vezîr Coşkûn Parlak hatin bijartin.