Komîsyona Venedikê HDP’ê ziyaret kir

img
ENQERE - HDP’ê, şandeya Komîsyona Venedikê li Meclîsê qebûl kir. Komîsyon di hevdîtinê de, têkildarî tayînkirina qeyûman, girtin û binçavkirinên li dijî partiyê hatin agahdarkirin.  
 
Partiya Demokartîk a Gelan (HDP), şandeya Komîsyona Vendîk a Konseya Awropayê, li Meclîsê qebûl kir. Serokwekîlê Koma Partiyê Sarûhan Olûç, Berdevka Karê Derve Feleknas Ûca û Parlamenterê Êlihê Mehmet Tiryakî di şandeya HDP’ê de cih girtin. 
 
Hat diyar kirin ku Hilbijartina Hêrêmî ya 31’ê Adarê û pêvajoya piştî wê hat jiyîn, bûne rojeva hevdîtinê. HDP’ê di daxuyaniya da de wiha got: “Di hevdîtinê de xespa qeyûman, operayonên girtin û binçavkirinê û pêkanînên dijhiqûqî yên li ser partiya wan, hatin nirxandin.”