Ji bo Idlibê pêşniyaza çareseriyê: Bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin

img

MÊRDÎN – Hevserokê Giştî yê DBP’ê di kongreya rêxistina xwe ya Mêrdînê de axivî û vê bangê li îqtîdarê kir: “Bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Rêya çareseriya li Idlibê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn vekin.” 

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr a Mêrdînê 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî li otelek navenda Mêrdînê pêk anî. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Bernameya kongreyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
‘EM WÊREKIYÊ BELAV DIKIN’ 
 
Parlamenter Hasan Ozguneş di kongreyê de axivî û got: “Ev sedsal wê bibe sedsala me. Têkoşîna me li her deverê mezintir dibe. Em li ser pêya ne, em natirsin û em wêrekiyê li derdora xwe belav dikin.” 
 
BAYINDIR: ARMANC STATÛYA KURDISTANÊ YE 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî wiha behsa armanca partiya xwe kir: “Armanca me ew e kurd û Kurdistan werin nasîn û bibin xwedî statû. Kurdistanê 100 sal berê kirin çar parçe. Heta îro têkoşîne mezin hat dayîn. Kurdan gelek car serî rakir. Em îro dikarin bi vê têkoşîna xwe li çar parçeyên Kurdistanê kurdan bikin xwedî statû. Lê kêmasiyek me heye ku em çar parçe nabin yek. Parastina Kobanê, Şengalê û Rojava encama tifaqa kurdan e.” 
 
Bayindir bal kişand zextên li ser partiya wan jî û got: “Tevî hemû zextan jî têkoşîn û berxwedana me didome. Bila bizanibin; çawa ku duh me serî netewand em ê îro jî serî netewînin û li ber xwe bidin.”
 
‘OCALAN NAVNÎŞANA E ÇARESERIYÊ YE’ 
 
Bayindir anî ziman ku ji ber polîtîkaya hişk a hikumetê siyaset ali welat xetimiye û got: “Çareseriyê ji tu krîzê re nabînin. Çimkî projeyek wan nîne. Encax kengê êrişên xwe li ser kurdan bi dawî bikin wê ji van krîz û pirsgirêkan re çareseriyê hilberînin. Birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye. Bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Rêya çareseriya li Idlibê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn vekin.” 
Çareserî bi dawîkirina tecrîta li Îmraliyê û hevdîtinên li gel birêz Ocalan mimkin e.”
 
Piştî xwendina raporên xebat û maliye dengdayîn pêk hat û Şukran Erol û Veysî Parilti ji bo hevserokatiya bajêr hatin bijartin.