Meclîs bi rojeva Idlibê li hev civiya

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Lîjneya Giştî ya Meclisê, ji bo geşedanên li Idlibê binirxîne li hev civiya. Di civînê de dê Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Wezîrê Karên Derve Mevlûd Çavûşoglû têkildarî geşedanan agahî dan. 

Lîjneya Giştî ya Meclisê, ji bo nirxandina geşedanên li Idlibê, bi rûniştineke girtî li hev civiya. Di civînê de Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Wezîrê Karên Derve Mevlûd Çavûşoglû têkildarî pêvajoyê agahî bidin parlamenteran. Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay jî tevlî civînê dê bibe û nûnerên partiyên ku komên wan li Melcîsê hene di civînê de nirxandinan bikin.  
 
CHP'Ê DAXWAZA CIVÎNA AWARTE KIRIBÛ
 
Wekîlê Serokê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, piştî mirina 33 leşkeran a li Idlibê bang kiribnû meclis di 29'ê sibatê de bi awayekî awarte li hev klom bibe. Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener jî piştgirî dabû vê banga CHP'ê. 
 
SEROKÊ MECLISÊ ÎRO ÎŞARET KIRIBÛ
 
Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop, têkildarî mijarê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku dê ev daxwaz 3'ê adarê roja sêşemê pêk bê. 
 
HDP: EM RÛNIŞTINA GIRTÎ ŞAŞ DIBÎNIN
 
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, diyar kiribû ku ew rûniştina girtî şaş dibînin û wiha gotibû: "Diviyabû ku meclisa heta niha kom bûbûna lê kom nebû. NATO, Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê kom bûn lê meclis bi tu awayî kom nebû."