Olûç: Li gorî feraseta îqtîdarê çêkirina nûçeyan jî sûc e

img

ENQERE – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç têkildarî binçavkirin û girtina rojnamegeran got: “Li gorî feraseta vê îqtîdarê çêkirina nûçeyan jî êdî sûc e û nûçe jî sûc e.” 

 
Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç li Meclîsê têkildarî mijarên di rojevê de civîn li dar xist û rojevê nirxand. 
 
‘LI TIRKIYÊ ÊDÎ NÛÇE JÎ QEDEXE NE!’
 
Olûç di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser binçavkirin û girtina rojnamegeran ên di rojên dawî de û got: “Di hefteyek dawî de 6 rojnameger hatin girtin. Bi dehan rojnamevan jî hatin binçavkirin. Li gorî feraseta vê îqtîdarê çêkirina nûçeyan jî êdî sûc e û nûçe jî sûc e. Azadiya derbirînê ya her kesî êdî bi helwesta îqtîdara ya li hember rojnamegeran di bin gefê de ye. Azadiya çapemeniyê nîne. Azadiya çapemeniyê di heman demê çêkirina nûçeyên ku îqtîdarê aciz dike ye. Çima hûn ji rojnamegerên li ser sînor nûçeyan dişopînin aciz dibin? Hemin ku wek polîtîk û ehlaqî pir mafdar in û heke hûn difikirin ku hûn mafdar in, wê demê hûn çima ji polîtîkaya xwe derbarê koçberan û çêkirina nûçeyên koçberan de aciz in? Çima hûn rojnamegerên li ser sînor nûçeyan çêdikin binçav dikin û asteng dikin?” 
 
‘DADGEHEK BERDIDE YA DIN DIGIRE’ 
 
Olûç bal kişand ser girtina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk, Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Aydin Keser û nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Mûrat Agirel û got: “Ewilî hûnê rojnamegeran binçav bikin; wê sewqî dadgeha nobedar bikin, dadger wan berdide. Pişt re jî dozger îtîraz dike, van rojnamegeran dîsa binçav dikin û paşê jî şandeyek din a dadgehê rojnamegeran digire. Li ber çavê her kesî dadgehek rojnamegeran berdide û dadgeha din biryara girtinê dide. Ji ber vê yekê em carek din bi bîra Serokê Dadgeha Bilind dixin, li welatek ku daraz ne serbixwe û bê alî ye, baweriya civakê bi darazê nemaye.” 
 
Olûç bertek nîşanî polîtîkaya hikumetê ya derbarê vîrûsa koronayê de û mudaxeleya polîsan a li dijî meşa jinan a li Stenbolê jî şermezar kir.