Beştaş: Dinya bi vîrûsê re têdikoşe, AKP jî bi HDP’ê û gelê kurd re têdikoşe

img

ENQERE – Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku dinya bi vîrûsa koronayê re têdikoşe lê AKP li dijî HDP û kurdan têdikoşe û got: “Çi ferqa qeyûm û vîrûsê ji hev heye? Desteserkirina îradeya gel vîrûsa herî mezin e.” 

Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser geşedanên di rojevê de. 
 
Beştaş da zanîn ku vîrûsa koronayê hemû dinya xistiye bin metirsiya xwe û got: “Lê li Tirkiyê AKP civakê ji bo şewbê amade nekiriye. Tevdîrên ji bo tenduristiya gel negirtiye. Em derbarê vîrûsê de tenê agahî ji twîtên Wezîrê Tenduristiyê digirin.” 
 
‘KÎJAN BAJAR DI BIN GEFÊ DE NE?’
 
Beştaş diyar kir ku ew niha nizanin li kîjan bajaran şewb derketiye û kîjan bajar di bin gefê de ne û divê kêmaniya hejmara testan were eşkerekirin. Beştaş got tenê hejmara miriyan li ser twîtterê tê dayîn û got ev zimanê tê bikaranîn jî zimanek cudakariyê dike ye. 
 
‘TIRKIYE NE DEWLETEK CIVAKÎ YE’ 
 
Beştaş da zanîn ku ew li dijî şewbê têkoşîna îqtîdarê têr nabînin û got: “Çimkî tenduristiya xelkê hatiye piştguhkirin. Tirkiye ne dewletek civakî ye.” 
 
‘MITBEXA XELKÊ VALA YE’ 
 
Beştaş got divê xebatkarên tenduristiyê yên hatine îxrackirin vegerînin karê wan. Beştaş anî ziman ku tene banga “li malê bimînin” li xelkê dikin û got: “Xelk li malê dimîne lê berîk û mitbexa xelkê vala ye. Wê xelk çawa bimîne? Yê ku her cûre derfetan bide xelkê dewlet e. Ev wezîfeya dewleta civakî ye.” 
 
‘AKP BIXWE VÎRÛS E’ 
 
Beştaş bal kişand ser di serdemek wiha de tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê û wiha got: “Şaredariyên me li dijî vîrûsa koronayê û ji bo xizmeta gel seferberî dabûn destpêkirin. Lê AKP mudaxeleyî şaredariyên me ku bûbûn mînak kir. AKP şewba vîrûsa koronayê jî ji xwe re veguherand fersendê. Belê rast e, dinya li dijî vîrûsê têdikoşe lê AKP jî li dijî HDP’ê û gelê kurd têdikoşe. Derdek wan ê mîna vîrûsê nîne. Şaredariyên me xebatek bêhempa li dijî vîrûsê birêve dibirin. Li şûna ku şaredariyên me bihatana xelatkirin lê hatin talankirin û desteserkirin. Heke em li welatek demokratîkbûna wê şaredariyên me bihatana xelatkirin. Xelata ji bo me jî şandina qeyûm e. Çimkî ji xebatên me aciz bûn. AKP tenê li dijî kurdan têdikoşe. Di esasê xwe de tu ferqa AKP û vîrûsê ji hev nîne. AKP bi xwe jî vîrûs e.” 
 
‘LI DIJÎ WEKHEVIYÊ YE’ 
 
Beştaş bal kişand ser birêkûpêkirina înfazê ya di Pakêta 3’yemîn a Darazê de ku dê were Meclîsê û got: “Niha hemû girtîgeh tije bûne. Girtîgeh ji bo vayrûsa koronayê cihên herî bi xeter in. Heke mirinek li vir biqewime dewlet berpirsiyar e. Çimkî ewlehiya canê girtiyek di bin berpirsiyariya dewletê de ye. Bi vê birêkûpêkkirina înfazê ferq û meylê dixin navbera girtiyan. Ev yek li dijî rêgezên wekheviyê ye. Em vê qebûl nakin. Di qanûna bingehîn de hatiye nivîsandin ku her kes wekhev e.”