Hevseroka KCD’ê Guven: Îlana têkçûna dewletê ye

img

AMED – Siyaseta kurd bertek nîşanî “Kampanya Piştevaniya Neteweyî” ku ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve hatibû şakerakirin, da. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, kampanyayê rexne kir û diyar kir ku îlana tekçûna dewletê ye.

Li dijî vîrûsa koronayê dewletên di nav tevdîrên aborî de piştgiriya tenduristî, perwerde, pere, xurek û xwedîkirinê didin welatiyên xwe. Berovajiyê vê yekê Serokê Giştî yê AKP’ê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, ji gel piştgirî xwest. Desthilata AKP’ê ku piraniya budçeyê dide şer û îstixbaratê, di bin navê “Kampanya Piştevaniya Neteweyî” de dest bi berhevkirina bexşan kir. Beriya niha di Hewldana Darbeya Leşkerî 15’ê Tîrmeha de jî serî li kampanyayên wiha dabû û pereyên ku hatibûn berhevkirin aqûbeta wan nehatibû aşkerakirin. Ev yek jî bûbû sedema bertekan. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevserokê Giştî ye Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çiftyurek, diyar kirin ku bdema belavkirina rast û wekhev a bacên tên berhevkirine.
 
‘BI AWAYEKÎ FERMÎ EV PARSEKÎ YE’
 
Guven, diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî vîrûsa koronayê didome û wiha got: “Lİ dijî vîrûsê parastineke ne wekhev heye. Bi sed hezaran kes ji bo debara malbata xwe dixebitin. Her welat ji bo derbaskirina mexdûrên welatiyên xwe pakêtên aborî aşkera dikin. Lê li Tirkiyeyê berovajiyê vê rewşê heye. Kampanya ku Erdogan daye destpêkirin herkesî matmayî hişt. Daxuyaniyên wî yên beriya niha jî matmayîn bû. Pakêtên ku aşkera dike ji bo komek karsazan e. Niha jî li şûna ku derfetan ji welatiyên xwe re peyda bike diçe piştgirî ji welatiyên xwe dixwaze. Pere xwestina ji welatiyan nayê qebûlkirin. Ev bi awayekî fermî parsekî ye.
 
‘BUDÇE JI BO TUNEBÛNA KURDAN HAT XWERCKIRIN’
 
Guven, destnîşan kir ku divê gel vê rewşa ku dewlet ketiyê bipirse û ev tişt anî ziman: “Çima budçeya hemû dewletan heye ya vir tuneye? Ev budçe ji kur re hatiye xerckirin? Bi guman ev budçe ji şer re hatiye xerckirin. Ev budçe ji dagirkirina Efrînê, operasyonên leşkerî û dagirkirina Rojava re hat xerckirin. Li kurderê kurd hebe ev budçe ji bo tunekirina wan hat xerckirin. Kampanya hatiye destpêkirin îlana tekçûna dewletê ye.”
 
‘DESTHILAT RASTIYA XWE RADIXE BER ÇAVAN’
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, da zanîn ku hêza çareseriyê nimreyên ÎBAN’an dide û ji gel piştgiriyê dixwaze û wiha got: “Di pêvajoya ku herkes li bendê ye dewlet li dijî vîrusa koronayê çareseriyê bibîne. Daxuyaniya ji bo kampanyayê ji bo fêm kirinê zorê dide aqilê mirov. Ev hewldana serkeftinê ya pergala yekperest û otorîter e. Desthilata ku çavkaniyên welat û nirxên civakê îstîsmar dike bi vê yekê rastiya xwe jî radixe ber çavan. Ev ji bo hêzên muxalîf jî hineta têkoşînê ava dike.”
 
‘NIKARE LI SER PIYA BIMÎNE’
 
Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek jî destnîşan kir ku gel nikare li ser piya bimîne dê çawa piştgirî bide kampanyayê û ev tişt got: “Bersiva kampanyayê di nav gel ku nikare bestika xwe bigihîne hev de çênabe. Dîsa karker, bêkar, cotkarên biçûk jî di heman rewşê de ne. Wê kes bersiv nede ve kampanyayê. Xwediyên holdîngan, karsaz, burokratên mûçeyên wan zêde, rayedarên hikûmetê, lîstikvanên fûtbolê ku bi milyonan dolaran digirin dikarin beşdarî kampanyayê bibin. Lê çareserî ne ev e.”
 
MA / Mehmet Şah Orûç