Xwestin hikumet ji bo kedkarên tenduristiyê yên îxrackirî gav biavêje

ENQERE – Hevberdevkên Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî yên HDP’ê ji hikumetê xwestin ji bo kedkarên tenduristiyê yên hatine îxrackirin gav biavêjin. 
 
Hevberdevkên Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî yên HDP’ê Nejla Kûrûl û Samet Menguç têkildarî rewşa kedkarên tenduristiyê yên bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat îxrackirin daxuyanike nivîskî belav kirin. Hevberdevkan diyar kir ku îqtîdara AKP’ê xizmeta tenduristiyê veguheraindiye berjwendiyên xwe û tenduristiya gel hatiye jibîrkirin. Hevberdevkan diyar kirin ku vîrûsa koronayê carek din ji nûve tenduristiya gel û pergala tenduristiyê bibîr xistiye. 
 
Hevberdevkan da zanîn ku 12 hezar kedkarên tenduristiyê bi KHK’iyan hatin îxrackirin û xwestin kedkarên tenduristiyê di nav de 100 hezar kedkarên hatine îxrackirin ji lîsteyên KHK’iyan werin derxistin û vegerînin karê wan û ji hikumetê xwestin ji bo kedkarên hatine îxrackirin gavên yasayî biavêje.