Ciwanê ku krîza dil derbas kir jiyana xwe ji dest da 2021-04-17 16:02:21   ŞIRNEX - Li gundê Gelêmûs ê navçeya Qilêbanê ciwanê 20 salî yê krîza dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da.    Duh li gundê Gelêmûs ê navçeya Qilêban a Şirnexê, Sedat Olmezê 20 salî piştî fitarê bi hevalên xwe re ji bo lîstika futbolê çûbû qada futbolê û li wir krîza dil derbas kiribû. Hat gotin ku beriya lîstika futbolê dest pê bike, laşê Olmez sinciriye û êş avêtiye singa wî û hevalên wî di cî de ser singa wî masaj kirine û paşê wî bi wesayîtê birine revîra Tabûra Hidûd a Andaçê.   Hat diyarkirin ku Olmez li revîrê jiyana xwe ji dest daye.