Hat îdiakirin ku li Êlihê ciwanekî xwe daliqandiye 2021-04-23 15:54:10 ÊLIH - Hat îdiakirin ku Vedat Eblem li mala xwe bi awayekî daliqandî hat dîtin.    Li taxa Korikê ya Êlihê ciwanê bi navê Vedat Eblem ê 26 salî li mala xwe bi awayekî daliqandî hat dîtin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, tespît kirin ku Eblem jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Eblem ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.