Dadgeha Iraqê li 4 ciwanên êzidî cezayê darvekirinê birî 2021-04-27 11:36:08   NAVENDA NÛÇEYAN – Dadgeha Ceza ya Musilê, bi hinceta ku 2 ciwanên ereb kuştine derbarê 4 ciwanên êzidî de biryara darvekirinê da. Şengalê li dijî biryarê çalakî li dar dixin û dixwazin biryar bê betalkirin.     Di 26’ê îlona 2020’an de 2 ciwanên ereb li ser rêya gundên Sîkeniyê û Medîban hatibûn kuştin. Piştî bûyerê, di heman rojê de 4 xwendekar û ciwanên êzidî yên bi navê Shalan Elyas Qasim, (22), Ehmed Farîs Salîh (19),  Seyd Xidir( 20)  û Faroq Hema Fêsel  (22) ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve bi anagaşta kuştina her dû ciwanên erebab hatibûn binçavkirin û îşkenceyeke giran li wan hatibû kirin.    BIRYARA DARVEKIRINÊ   Piştre Dadgeha Ceza ya Mûsilê derbarê her çar ciwanan de pêvajoya darizandinê dabû destpêkirin. Di 21’ê nîsanê de danişîna ewil a her çar ciwanên êzidî hat dîtin û bi angaşta “kuştina mirovan” cezayê darvekirinê li wan hat birîn. Piştî vê biryarê êzidiyan li gelek deveran bi meş û daxuyaniyan bertek nîşanî vê biryarê dan. Hê jî li dijî vê biryarê li Şengalê bi girseyî meş tên li darxistin. Di meşan de bi dirûşmeya "Edalet" tê xwestin ku biryara ku hatî dayîn bê betalkirin.     'JI BER KU ÊZIDÎNE EV BIRYAR HAT DAYÎN'    Dayika Shalan Elyas Qasim ku cezayê darvekirinê lê hate birîn Mihbet Saleh Farîs, bertek nîşanî vê biryarê da û wiha got: “Wê hikûmeta Iraqê bicihkirina biryarê re fermaneke nû pêk bîne. Edaleteke  ku dewleta Iraqê bide civaka êzîdî tuneye. Qanûnên Iraqê tenê ji bo ku civaka êzîdî ji holê rabike hene. Zarokên me bêsûc in û tu guneha wan tuneye. Pêkanîna vê cezayê ne hiqûqî û ne jî wîjdanî ne. Em bang li herkesê xwedî wîjdan dikin ku li dijî vê biryarê bêdeng nemînin. Ev biryara ku ji hêla Dadgeha Mûsilê vê hatiye dayîn divê demildest bê betalkirin. Ev êş û birînên ku di hûndirê me de hatie vekirin bila herkes bibîne. Divê hemû dinya li dijî vê bêedaletiyê derkeve. Ev hîn zarok in. Kîjan wîjdan dikare zarokan qetil bike? Endamên DAÎŞ'ê ku zarok, jin û kalên êzidî bi saxî şewitandin û qetil kirin hêj di zindanên Iraqê  de ne û cezayê ku heq dikin nedane wan. Lê zarokên me yên ku sucê wan tunebû bi mirinê hatin mehkûmkirin. Ji ber çi ji ber ku êzidî ne ev biryar hatiye dayîn. Heq, hiqûq û edelet li ku ye? Em vê biryarê weke fermaneke nû bi nav dikin. Heta ku Dadgeha Mûsilê vê biryarê betal neke em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin. Daxwaza me ew e ku edalet pêk were û  zarokên me bên berdan."     Ji bo bicîhanîna biryarê, pêwîste ku Serokomarê Iraqê Berhem Salih biryarê erê bike.