Ciwanê 22 salî ji ber sedemên aboriyê întîhar kir 2021-05-02 15:23:29 AMED - Li Amedê, ciwanê 22 salî Şeyhmûs Turfan, ji ber sedemên aboriyê întîhar kir.    Li Taxa Huzurevlerî ya semta Dîclekentê ya navçeya Peyas a Amedê, ciwanê 22 salî Şeyhmûs Tufan, li mala xwe mirî hat dîtin. Li gorî agahiyan, Turfan piştî birayê wî di xew re diçe, dikeve serşoka malê û li vê derê întîhar dike. Birayê Turfan ê piştî demekê şiyar dibe, ferq dike ku deriyê serşokê kilît kiriye. Birayê Turfan piştî derî dişkîne, dikeve hûndir û dibîne ku birayê wî dawî li jiyana xwe aniye.   Cenazeyê Turfan piştî lêkolînê, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Dûre cenazeyê Turfan li Goristana Deriyê Mêrdînê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê hat definkirin     Hat diyarkirin ku ji ber sedemên aboriyê, çendek berê derûniya Turfan ne baş bû û pirsgirêk dijiyan.