Ciwanekî li Konyayê pismamê xwe kuşt û jinbira xwe birîndar kir 2021-05-02 23:22:29   KONYA - Li Navçeya Karatay a Konyayê ciwanê 21 salî Halil G., jinbira xwe birîndar kir û pismamê xwe kuşt.    Li  Navçeya Karatay  a Konyayê ciwanê 21 salî Halil G. pismamê xwe Serkan Kaya yê 26 sali birindar kir. Serkan Kaya yê bi giranî birindar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Halîl G, piştre jî jinbira xwe Makbule G. a 27 salî birîndar kir. Makbûle G a bi giranî birindar bû jî rakirin nexweşxaneyê. Dermankirina Makbûle G. li nexweşxaneyê berdewam dike.    Polîsan kujer Halîl G. piştî buyerê binçav kirin.