Ciwanê di serban de ket jiyana xwe ji dest da 2021-05-03 14:55:32   RIHA - Omer Farûk D. yê ku ji bo êm bide kevokên xwe derket serban, ket û jiyana xwe ji dest da.    Omer Farûk D. yê li Taxa Ertûgrûl Gazî ya navçeya Halîliya Rihayê dijî, ji bo ku êm bide kevokên xwe derket serban. Omer Farûk D. yê ji serbanî ket, giran birîndar bû. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê mudaxaleya ewil li Omer Farûk D. kirin û ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan. Omer Farûk D. ligel hemû mudaxaleyan jî jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.