Rêxistinên Ciwanan: Bîranîna şehîdên şoreşê ne sûc e 2021-05-21 15:16:04 ENQERE - Rêxistinên Ciwanan, bi gotina “Bîranîna şehîdên şoreşê ne sûc e” bertek nîşanî binçavkirina kesên xwestin şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin dan.    Rêxistinên Ciwanan, têkildarî 13 kesên ku duh dema yek ji pêşengên nifşê 68’an Îbrahîm Kaypakkaya û şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dane, li Parka Tekmezar bi bîr anîbûn û hatibûn binçavkirin, daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê hat dayîn de ciwanan pankarta “Bîranîna şehîdên meha Gulanê û Îbrahîm Kaypakkaya ne sûc e, binçavkirin nikarin me têk bibin” daliqandin.   ‘BÎRANÎNA KAYPAKKAYA RÛMET E’   Di daxuyaniyê de ewil Endama Partîzanê Buşra Gerçek axivî. Gerçek, diyar kir ku fikir û bîrdoziya Îbrahîm Kaypakkaya hêj jî dewletê ditirsîne û wiha got: “Hûn nikarin me û rêhevalên me yên bêhiqûqî hatin binçavkirin bi serdegirtinên malan têk bibin. Terora binçavkirinê bi dawî bikin û hevalên me yên di bin çavan de demildest berdin. Em dest ji bîranîna Îbrahîm Kaypakkaya û şehîdên şoreşê bernadin. Bîranîna Kaypakkaya ne sûc e rûmet e.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’   Endamê Platforma Çîna Şoreşger û Serbixwe (BDSP) Hasan Akman jî anî ziman ku dewlet bi hin hêcetan êrîşa ser ciwanan didomîne û wiha got: “Ji berê heta niha ev êrîş didomin. Bîranîna şoreşgeran a li ser vê axê ne sûc e. Wan bi têkoşîna xwe nirx avakirin. Em xwedî li van nirxan derdikevin. Dixwazin van nirxan ji holê rakin. Ev binçavkirin nîşandana vê yekê ye. Lê em ê bîranîna serok û şehîdên şoreşê bidomînin û xeta wan a têkoşînê bidin jiyandin.”   ‘EM PAŞ VE GAVÊ NAAVÊJIN’   Endama Yekitiya Ciwanên Şoreşger Çagla Çakir jî destnîşan kir ku zext û binçavkirin nikare têkoşîna wan têk bibin û wiha axivî: “Em ji bîranînê gavekê jî paş ve naavêjin. Em ê bê dûdilî têkoşîna şoreşkeran mezin bikin. Divê hevrêyên me demildest bên berdan. Rewşeke bêhiqûqî di holê de ye.”   ‘BI HEMAN SAMÎMIYETÊ XWEDÎ DERDIKEVIN’   Xwendevanê Kaldiraçê Kaan Buyukatay jî wiha got: “Em li Denîz jî Mahîr jî û Îbo jî bi heman samîmiyetê xwedî derdikevin. Em bang dikin ku bila herkes jî bi heman samîmiyetê xwedî lê derkevin.”   ÇIQEWIMÎ BÛ   Rêxistinên ked û demokrasiyê ji bo yek ji pêşengên nifşê 68’an Îbrahîm Kaypakkaya û şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dane, duh li Parka Tekmezar a navçeya Mamaka Enqereyê daxuyanî dabûn û di daxuyaniyê de 13 kes hatibûn binçavkirin. Polîsan îro di saetên serê sibê de bi ser mala kesên di bi çavan de girtin û lêgerîn kirin. Dozgeriyê dema binçavkirina 13 kesan 4 rojan dirêj kir.