Ciwanekî li dû şopa Egîdê Cimo 2021-05-30 09:02:02 AMED - Erdal Yavûzê 16 salî, di vî umrê xwe yê ciwan de li 5 enstrumanan dixe. Yavûz, daye ser şopa Mîrê Bilûsê Egîdê Cimo.    Li Taxa Qesra Qenco ya navçeya Dêrik a Mêrdînê, Erdal Yavûzê 16 salî li 5 enstrumanan dixe. Yavûz di 12 saliya xwe de dest bi bilûrê kiriye û niha ji xeynî bilûrê, pîspîsk, zirne, ney û meyê jî pir baş dixebitîne. Yavûz, car carinan dertê ser dikê jî.    Yavûz ku muzîka kilamên dengbêjan bi nota lêdixe, ji bo fêrî hemû formên muzîka kurdî bibe bernameyeke dorfireh ji xwe re çêkiriye û paşê dixwaze di vî warî de bibe perwerdekar.    ŞOPDARÊ CIMO    Xeyala herî mezin a Yavûz ew e ku wekî Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo serketî be. Yavûz, anî ziman ku Egîdê Cimo mîrateyeke mezin ji kurdan re hiştiye û niha ji bo xwedî li vê mîrateyê derkeve têdikoşe.    Yavûz muzîka xwe wekî "muzîka kurdewar" pênase dike û dibêje, ev bi hîs û hestê pêkan e.