Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan dest bi meşa ‘Mertalên Zindî’ kirin 2021-05-30 11:41:37 NAVENDA NUÇEYAN - Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer, di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de dest bi meşa ‘Mertalên Zindî’ kirin. Jin û welatiyên Başûrê Kurdistanê jî bi awayeke çalak beşdarî meşê bûn.   Di 27’ê Gulanê de Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Qendîlê li dijî operasyonên TSK'ê, Pêngava, “Werin Cenga Azadiyê” dabûn destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de, ciwanên welatparêz û jinên ciwan ên şoreşger, bi beşdariya hemû herêmên Başûrê Kurdistanê ji Koyê heya Behdînanê meşa dirêj a mertalên zindî dan destpê kirin.   Girseya ku  li Filkeya Sewz a Koyê dest bi meşê kirin, ber bi Hewlêrê ve diçin. Welatiyên Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî jin û dayîkan piştgiriyeke bihêz dan meşê û di refên pêş de cih digirin. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endamen HPG'ê yên di şerê Xabûr û Bazên Zagrosê de jiyana xwe ji dest dane hatine hildan. Girsê dîsa pankartên “Stop Turkey” bi zimanê îngilîzî rakirin. Girse bê navber, dirûşma, “Biçe derve biçe derve, artêşa Tirk biçe derve”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bimre Xiyanet” û “Dîkdator Erdogan” diqîrin.   Meş bi tilîliyên dayîkan û dirûşman berdewam dike.