Ciwanên HDP’î seredana malbata Şenyaşar kirin 2021-06-01 16:59:17   RIHA - Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê, seredana Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire kirin. Ciwanan, diyar kir ku wê heta dawiyê li rex têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar bin.   Nobeta lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, li ber Edliyeya Rihayê di roja 85’an de didome. Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, ji bo piştevaniyê seredana malbatê kir. Emîne Şenyaşar êrîşa li ser wan vegot û têkildarî çalakiya xwe ya edaletê ciwan agahdar kirin.    Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Adem Yilmaz jî diyar kir ku destur nedan malbata ku bi mehan e lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, bikevin baxçeyê edliyeyê û anî ziman ku ev yek jî dide diyarkirin ku saziyên dewletê di çi rewşê de ne. Yilmaz, da zanîn ku zordarî li ku be wê li wir bin û bi lêv kir ku wê heta dawiyê li rex têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar bin.   Ciwanan demekê bi malbatê re nobet girt.