Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê hat girtin 2021-06-04 16:39:00   STENBOL - Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê Esengul Kiliç hat girtin.   Endama Koordînasyona Jinên Ciwan û endama Lijneya Rêveberiyê ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Esengul Kiliç a ji bo civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiya xwe ji Stenbolê diçû Enqereyê, piştî ku li noxteya kontrolê di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) de hat derbas kirin bi hêceta ku derbarê wê de lêgerîn heye hat binçavkirin. Kiliç a piştî îfadeya wê hat wergirtin sewqî edliyeyê hat kirin û hat girtin. Kiliç şandin girtîgeha Tîpa L a Ferîzlî ya Sakaryayê. Hat hînbûn ku Kiliç bi hêceta beyanên şahidên nepen hatiye girtin û ji dosyaya wê re “biryara veşartî” hatiye dayîn.