Êrişî ciwanên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar dikirin, kirin 2021-06-09 15:23:49 STENBOL - Polîsan êrişî ciwanên têkiliyên dewlet û mafyayê şermezar dikirin, kirin û 26 kes binçav kirin.     Rêxistinên Ciwanan, bi armanca şermezarkirina têkiliyên dewlet û mafyayê yên carek din bi vîdyoyên serokê çete yê girêdayî dewletê Sedat Peker ketin rojevê, li Qada Taksîmê çalakî li dar xistin. Ciwanên li Qada Taksîmê kom bûn, pankarta “Dewleta mafya dê bi şoreşê têk biçe” vekirin û dirûşmeya “Tenê ciwan dikarin vê qirêjiyê paqij bikin berz bikin.     Ciwanan dûre xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê, lê polîsan êrişî ciwanan kirin û 26 ciwan bi lêdanê binçav kirin.