Ciwanê sîxurtî lê hat ferzkirin ji Soylû pirsî: Îja tiştên hatin serê me çi bûn? 2021-06-10 09:06:04 STENBOL - Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, daxuyandibû ku "di dema wan de îşkence nemaye". Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Mûhammet Unal ku sîxurtî lê hatiye ferzkirin, bertek nîşanî daxuyaniya Soylû da û got: "Madem pêkûtî tune ne, îja ev tiştên hatin serê me çi ne?"  Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di 24'ê Gulanê de di bernameyeke televîzyonê de derpêş kiribû ku di dema wan de îşkence û muameleya xirab tune ye. Lê belê li gor daneyên ku Parlementera Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Dersim Dag aşkere kiribûn, tenê di sala 2020'an de kesên xwe wekî endamên MÎT'ê, polîs û kesine cuda dane nas kirin 160 endamên Meclîsa Ciwanan revandine, tahde li wan kirine, ew îşeknec kirine û sîxurtî li wan ferz kirine.    Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Mûhammet Unal ku di dema çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê de hatibû binçavkirin, sîxurtî lê hatibû ferz kirin. Unal, destnîşan kir ku îdiayên Soylû pûç in û got: "Berê jî hevalê me yê endamê meclîsê hatibû revandin, ew tazî kiribûn û îşkence ê kiribûn. Ev bi awayekî aşkere derket holê. Madem pêkûtiyên bi vî rengî tune ne, nexwe ev tiştên hatin serê me çi ne? Mesela hefteya borî sîxurtî li hevalekî me ferz kirin. Kûlîlkek şandin, bi telefonê pêwendî pê re danîn û sîxurtî lê ferz kirin. Ji ber ku qebûl nekir, gef lê xwarin. Ev 3-4 caran li ser hev hat kirin. Bi qasî mehek berê li Amedê bi ceryanê îşkence li hevalekî me kirin. Gava em dertên derve an jî diçin cihekî, em dibînin ku 5 polîsên sivîl me dişopînin. Em tim bi polîtîkayên çewisandin û tepisandinê re rû bi rû ne."    ‘DÊ ÎQTIDAR BIÇE'    Unal, destnîşan kir ku xebatên wan ên siyaseta demokratîk tên astengkirin û got: "Em li her derî bi bûyerên revandinê re rû bi rû dimînin. Ji bo pasîfîzekirina ciwanên Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê polîtîkayeke tepisandinê heye. Lê dê sedsala 21'ê bibe sedsala serketina ciwanan. Ev gel vejiyaye û li ber xwe dide. Ê bi ser bikeve. Ji bo vê jî em ê heya dawiyê bitêkoşin. Dê zextên rejîma faşît nikaribe ciwanan bitepisîne. Hege rkaribûna, niha em tune bûn. Dê ev îqtidar biçe û rêvebiriyeke demokratîk bê."