Ciwanên Başûr: Em ê li dijî operasyonan bêdeng nemînin 2021-06-21 17:18:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Herêma Kurdistanê yên xwestin biçin Qendîlê û dij operasyon û êrişên Tirkiyê çalakiya “Mertalên Zindî” bidin destpêkirin, hatin astengkirin. Ciwanan li ser vê yekê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê bi tu awayî li dijî êrişan bêdeng nemînin.    Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer ên li Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê didomîn, xwestin li Qendîlê çalakiya “Mertalên Zindî” bidin dest pê kirin. Komên ciwan di vê çarçoveyê de, di saetên serê sibê de berê xwe dan Qendîlê. Gelek welatî jî bi armanca piştgiriyê bi ciwanan re ketin rê. Ciwan li seytereya dawî ya bajaroka Sengeser a girêdayî navçeya Ranya ya Silêmaniyê hatin astengkirin. Tevî hemû hewldanan jî, rêya ciwanan nehat vekirin û hatin astengkirin.    Ciwanan li ser vê yekê seytereya Sengeserê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê ciwanan Karwan Kelarî daxuyanî da û wiha bertek nîşanî astengiyê da: "Me xwest li dijî êriş û dagirkeriya Tirkiyeyê biçîn Qendîlê û dest bi çalakiya mertalên zindî bikin. Lê asayîş rê neda. Em vê helwesta asayîşê şermezar dikîn. Em ê bi t u awayî li dijî operasyonên dewleta Tirk û êrişan bêdeng nemînin.”   Kelarî, di dawiya axaftina xwe, bang li hemû ciwanên Kurdistan û dervey welat kir ku tevlî pêngava ‘Cenga Azadiyê’ bibin.   Piştî daxuyaniyê endamên Şandeya Aştiyê ku ji bo piştgiriyê tevlî çalakiyê bibûn jî, piştgiriya xwe anîn ziman.