Li Hezexê cenazeyê ciwanekî hat dîtin 2021-06-23 11:34:26   ŞIRNEX - Li gundê Barim ê navçeya Hezexê cenazeyê ciwanê bi navê Hasan Bozkûrt hat dîtin.    Li gundê Barim ê navçeya Hezex a Şirnexê cenazeyê ciwanê 23 salî Hasan Bozkurt ku pezê xwe diçêrand, 5 kîlometre li derveyî gund, hat dîtin. Piştî ku gundiyan cenazeyê Bozkurt dît, agahî dan cendermeyan. Cenazeyê Bozkurt ji bo kirariyên otopsiyê, rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Hat diyarkirin ku dozgeriyê der barê bûyerê de, dest bi lêpirsînê kiriye.