Li Wanê 10 ciwanên di binçavan de hatin berdan 2021-06-29 17:21:01   WAN - Li Wanê 10 ciwanên qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kiribûn û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Wanê10 ciwanên ji bo qetilkirina Denîz Poyraz li ser Cadeya Cumhuriyetê çalakî li dar xistibûn û hatibûn binçavkirin. Polîsan ciwanên ku ji ber dirûşmeya “Denîz Poyraz nemire” berz kirin, di 26’ê Hezîranê de binçav kiribûn. Ciwanên ku îfadeyên wan hatin wergirtin bi fermana dozgeriyê hatin berdan.