Koordînsyona Jinên Ciwan a HDP polîtîkayên sîxûriyê teşhîr kirin 2021-07-05 15:33:12   STENBOL - Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê zextê polîsan ên li ser endamên xwe teşhîr kirin û diyar kir ku ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.    Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê bi armanca polîtîkayên girtin û lêferzkirina endamên xwe eşkere bikin li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin.    Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî got ew dixwazin dawî li zextên li ser ciwanan were anîn.    SÎXÛRTIYÊ LI WAN FERZ DIKIN    Endama Koordînasyonê Caziye Aygun ku hatibû binçavkirin jî telefonek ku mehek û nîv berê nas nake lê geriyaye parve kir û got: “Wextê li min geriya got kargoyek te heye. Qey min got ji kargoyê li min geriyaye. Min got ez ne li malê me. Paşê xwestin werin ba min. Bi destegulek ku notek têde bû hatin ba min. Gef l imin xwarin. Ji ber xebatên min ê nav ciwanan min tirsandin. Sîxûriyê li min ferz kirin. Tevî ku min du caran nimreya xwe guherand jî dîsa li min geriyan û gef li min xwarin. Duh li cihê ez lê rûniştibûm, bêyî tu hêcetê nîşan bidin min binçav kirin. Ez ê giliyê wan bikim.”    Endama Koordînasyonê Emîne Nazli jî got hin kes bi telefonê lê geriyane û gef lê xwarine û sîxûrtiyê lê ferz kirine.    'EM NATIRSIN’    Endama Koordînasyonê Newroz Gulen jî da zanîn ku di hefteyekê de li 6 hevalên wan geriyane û li her deverê bi zext û şopandina polîsan re rûbirû dimînin û polîs li her derê diavêjin pêşiya wan. Gulen diyar kir ku polîs bi rêbazên gefxwarinê û lêferzkirina sîxûrtiyê dixwazin têkoşîn û îradeya ciwanan bişkînin û got: “Lê em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin û hesab ji qatilan bixwazin. Tu kes nikare bi binçavkirin, girtin û lêferzkirina sîxûrtiyê me bitirsîne.”