Ciwanên BMG’î li dijî êrişên nijadperest belavok belav kirin 2021-08-11 17:12:18   EDENE - Ciwanên BMG’î ji bo balê bikişînin êrişên nijadperest û şewatên daristanan belavok belav kirin.      Ciwanên endamên Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) û Meclîsa Ciwanên Yekgirtî (BGM) ji bo balê bikişînin ser êrişên nijadperest li Edeneyê belavok belav kirin. Polîsên ku dema belavkirina belavokan ciwan astengkirin ciwanên bi navê Bariş Kaya, Omer Temel, Canser Dayanir, Taylan Çelîk û Huseyîn Emûn binçav kirin.    Hat hînbûn ku ciwanên polîsan birin Miduriyeta Polîsan a Edeneyê wê piştî kirariyên îfadeyan werin berdan.