Ciwanê ku sîxurtî lê hat ferzkirin serî li ÎHD'ê da û gilî kir 2021-08-12 09:04:01   ÊLIH – Metîn Kizmaz ê 18 salî ku polîsan 3 caran ew bi awayekî nefermî girtine û bi gefxwarinê sîxurtî lê ferz kirine, ji bo alîkariya hiqûqî serî li ÎHD'ê da û giliyê polîsan kir.      Li Êlihê Metîn Kizmaz (18), di du mehên dawî de bi awayekî nefermî 3 caran ji aliyê polîsa ve hatiye girtin û bi gefxwarinê sîxurtî lê hatiye ferzkirin. Polîsan bêyî hincet Kizmaz girtine û gef lê xwarine ku bibe 'şahidê nepen'.    Kizmaz ji ber van zext û zoriyan di 28'ê Tîrmehê de serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê da û di 8'ê Tebaxê de jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da û giliyê polîsan kir.    Kizmaz, anî ziman ku di dîrokên cuda de polîsan ew du caran li Taxa Şafakê li nav kuçeyan dane sekinandin û jê re gotine 'Alîkariya me bike, em jî alîkariya te bikin.' Kizmaz, diyar kir ku ji ber ku wî teklîfa polîsan qebûl nekiriye, polîsan gef lê xwariye û jê re gotine 'Em ê hê gelek caran leqayî hev bên.'   Kizmaz, diyar kir ku heman polîs piştî wextekê hatine cihê wî yê kar û got: "Di dest wan de bêtêl ketin hundir. Paşê di nav her kesî de ez birim quncikekê. Ji min xwestin ez derbarê hin mirovan de ku min qet ew nedîtine, îfadeyê bidim."    GEF LI BAVÊ WÎ JÎ XWARIN   Kizmaz, anî ziman ku polîs ji wî pirsa meta wî Sêvê Kizmaz kirine ku 25 sal berê tevli PKK'ê bûye. Kizmaz ku got "Hê ez çûnebûbûm meta min çûye û ji wê çaxê de kesî xeber jê negirtiye. Min wisa got, lê polîsan got gere tu pêwendiyê pê re deynî" anî ziman ku di binçavan de gef li bavê wî jî hatine xwarin ku pêwendiyê bi xwişka xwe re deyne û bibe sîxur.    Kizmaz, diyar kir ku polîs bêyî hincet tim telefonî malbatê wî dikin û ji wan dixwazin bên midûriyeta polîsan û got: "Bêyî biryareke fermî hebe gazî me dikin. Gava min got 'Ez werim, malbata min nerihet neikin' li bi israr dibêjin ew dixwazin bi malbatê re hevdîtinê bikin. Ev tiştine bêhiqûqî ne. Ev bi zanebûnî tên kirin."    MA / Fethî Balaman