‘Em ê xweparastinê birêxistin bikin' 2021-10-27 09:39:58   ŞIRNEX - Ciwanên tevli tûrnûvaya fûtbolê ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bûn, destnîşan kirin ku dê li dijî polîtîkayên dejenrebûn, tiryak û fuhûşê, ji bo rêxistinbûyîna xweparastina civakê bixebitin.    Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di meha Îlonê de bi dirûşmeya "Em xwe ji tiryakê rizgar bikin, jiyaneke azad ava bikin" li dijî tiryak, fuhûş, dejenerebûn û sîxurtîyê kampanyayek dabû destpêkirin. Tûrnûvaya fûtbolê ya ku di çarçoveya kampanyayê de hatibû lidarxistin bi dawî bû. Di tûrnayên ku li seranserê Tirkîyeyê û bajarên herêmê hatin lidarxistin de bi hezaran kes di warê fuhûş, tiryak û dejenerebûnê de hatin serwextkirin.    Di lîstikên ku di çarçoveya tûrnûvayê de li herêma Ege, Marmara, Çûkûrova û Amed û Şirnexê hatin lîstin de, tîmên li herêma xwe bûn tîma yekemîn li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji bo nîv-fînalê û fînalê bi hev re lîstin. Ciwanên ku tevli fînala tûrnûvayê bûn, behsa xebatên di dema tûrnûvayê de kirin.    Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Mûstafa Ekîcî (26) diyar kir ku pergal hewl dide ku ciwanan di warê polîtîk û bîrodzî de bitepisîne û têxe bin banê xwe û ciwanên ku nikare têxe bin banê xwe jî, hewl dide wan dejenre bike. Ekîcî, bilêv kir ku girseyeke mezin li dijî van pêkanînan têdikoşe û li ber xwe dide. Ekîcî, bal kişand ser tûrnûvaya fûtbolê ya ku Ciwanên HDP'î li dar xist û diyar kir ku gelek kes tevli vê tûrnûvayê bûne û got: "Me encamên neyînî yên pergalê yên li ser ciwanan dît. Me jî li hemberî vê hin alternatîv ava kirin. Me ji taxan dest pê kir û fêm kir ku ji bo ev polîtîka ji holê bên rakirin divê civak di warê xweparastinê de bê birêxistinkirin. Em ê ji niha û şûn de jî ji bo vê têbikoşin. Me di dema tûrnûvayê de dît ku jiyaneke dijî asîmlasiyon, dejenrebûnê pêkan e."    ‘CIWANAN LÎSTIKA PERGALÊ FÊM KIR'   Ahmet Akdogan (33) jî anî ziman ku gelek ciwan tevli tûrnûvayê bûne û got: "Çendî ku em bi astengiyan re rû bi rû man jî lê dîsa jî em hatin cem hev du. Mixabin di navbera ciwanan de fuhûş û tiryak pir zêde belav bûye û ev yek li deverên ku kurd lê zêde ne tê kirin. Ji bo ciwanên kurd hişyar nebin, vê yekê dikin. Lê êdî ciwanan fêm kir ku ev lîstikeke pergalê ye. Dê li gor vê tevbigerin. Divê ciwan pêşî xwedî li xwe û bi dû re li civaka xwe, malbata xwe û zimanê xwe yê zikmakî derkevin."    Fûrkan Temellî (23) jî destnîşan kir ku armanca wan a lidarxistina tûrnûvayê, ew bû ku li dijî fuhûş û tiryakê ciwanan daxilî nav werzîşê bikin û ji dêvla nifşekî xewarî, nifşekî hişyar û serwext çêbibe. Temellî, anî ziman ku li dijî jiyana ku pergal li ciwanan ferz dike, xwestine bibin alternatîf û got: "Dê têkoşîna me ya li dijî tiryakê tenê bi tûrnûvaya fûtbolê ne sînorkirî be. Di heman demê de em ê çalakiyên di warê çand û hunerê de jî li dar bixin. Em hewl didin li dijî jiyana ku pergal ferz dike, jiyaneke bi nasnameya xwe ava bikin."    TÊKOŞÎN   Fatîh Satan (23) jî diyar kir ku di çarçoveya tûrnûvayê de ew û gelek ciwanan hatine cem hev û hev du nas kirine. Satan, anî ziman ku li dijî tiryakê ji xeynî tûrnûvaya fûtbolê, şahî û panel jî li dar xistine û berteka gel a ji bo van xebatan pir baş bûye. Satan got: "Em ji bo li dijî vana bitêkoşin, divê em xwe birêxistin bikin. Divê ciwan hemû xwe û derdora xwe birêxistin bikin û serwext bikin. Divê li dijî tiryak û fûhûşê têbikoşin."    MA / Omer Akin