Li Amedê ciwanek hat binçavkirin 2021-11-07 08:40:49   AMED - Eskeran li Amedê ciwanê bi navê Mehmet Fîlîzcan binçav kirin.    Eskeran li ser rêya navçeya Karaza Amedê ciwanê bi navê Mehmet Fîlîzcan binçav kirin. Hat hînbûn ku dema duh Fîlîzcan ji gundê xwe yê Fîsê yê navçeya Licê bi mînîbûsê dihat Amedê, li noxteya kontrola cendermeyan a navçeya Karazê hatiye binçavkirin. Hat zanîn ku Fîlîzcan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Amedê bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” dabû destpêkirin de hatiye binçavkirin û niha li Qerekola Cendermeyan a Karazê tê ragirtin. Hat diyarkirin ku bavê Fîlîzcan, Mûstafa Fîlîzcan jî ji heman lêpirsînê girtiye.    ÇI QEWIMÎ BÛ   Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê-narkoyê” da destpêkirin de Fermandariya Cendermeyan a Amedê di 26’ê gulan û 21’ê hezîranê de du operasyonên cuda dabû destpêkirin. Di operasyona ewil a 26’ê gulanê de ji 34 kesan 33 kes hatibûn girtin. Di 21’ê hezîranê de jî li dijî 105 kesan, navenda wê Amed li Stenbol, Enqere, Edene û Aydinê polis û leşkeran bi ser sedan malan de girtibûn û 73 kes binçav kiribûn.    Ev lêpirsîn li ser agahdarkirina kesê bi navê Mehmet Şah Bozkûş hatibû destpêkirin. Bazkûş girtî bûye û roja ku hatiye berdan careke din hatiye binçavkirin. Hat îdiakirin ku Bozkûş bi arastekirina parêzer A.B. yê li Baroya Amedê qeyd kirî îfade daye û li ser îfadeyên ku wî daye Serdozgeriya Komarê ya Amedê ev lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Ji van 73 kesên ku jin, pîr û kesên nexweş jî di nav wan de hebûn ku ji navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê hatibûn binçavkirin, 54 kes hatibûn girtin.