Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan 2021-11-07 17:50:25   AMED - Ciwanê bi navê Mehmet Fîlîzcan ku li navçeya Karazê hatibû binçavkirin hat berdan.   Ciwanê bi navê Mehmet Fîlîzcan ku dema ji gundê xwe yê Fîsê yê bi ser navçeya Licê ya Amedê bi dolmîşê dihat navenda Amedê, li nokteya kontrola cendermeyan a navçeya Karazê hatibû binçavkirin, hat berdan. Fîlîzcan ê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Amedê bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” dabû destpêkirin de hatibû binçavkirin, piştî kirariyên qereqolê sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Hat hînbûn ku dozgeriyê parvekirinên medya dîjîtal ên Fîlîzcan ku di salên 2014 û 2015'an de parvekirine û tekiliya wî ya "fînansekirina rêxistinê" pirs kiriye. Bavê Fîlîzcan, Mûstafa Fîlîzcan jî ji heman lêpirsînê girtiye.    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê-narkoyê” da destpêkirin de Fermandariya Cendermeyan a Amedê di 26’ê gulan û 21’ê hezîranê de du operasyonên cuda dabû destpêkirin. Di operasyona ewil a 26’ê gulanê de ji 34 kesan 33 kes hatibûn girtin. Di 21’ê hezîranê de jî li dijî 105 kesan, navenda wê Amed li Stenbol, Enqere, Edene û Aydinê polis û leşkeran bi ser sedan malan de girtibûn û 73 kes binçav kiribûn.    Ev lêpirsîn li ser agahdarkirina kesê bi navê Mehmet Şah Bozkûş hatibû destpêkirin. Bazkûş girtî bûye û roja ku hatiye berdan careke din hatiye binçavkirin. Hat îdiakirin ku Bozkûş bi arastekirina parêzer A.B. yê li Baroya Amedê qeyd kirî îfade daye û li ser îfadeyên ku wî daye Serdozgeriya Komarê ya Amedê ev lêpirsîn hatiye destpêkirin.     Ji van 73 kesên ku jin, pîr û kesên nexweş jî di nav wan de hebûn ku ji navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê hatibûn binçavkirin, 54 kes hatibûn girtin.