Meşa ji bo Ocalan a li Fransayê di roja duyemîn de ye 2022-02-07 15:40:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj a li bajarê Sierentz ê Fransayê, ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja duyemîn de didome.    Meşa Dirêj ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Sierentzê yê Fransayê dest pê kir, di roja duyemîn de li Mulhouseyê dewam dike.    Meş bi pêşengiya tevgerên ciwanan ên şoreşger ên li Ewropayê pêk tê. Ji Elmanya, Belçîka, Fransa, Swîsre û gelek welatên Ewropayê ciwan tevlî meşê bûne. Ciwan serê sibehê li navenda bajarê Mulhouseyê ji nû ve li hev civiyan. Her wiha aktîvîstên antîfaşîst jî tevlî ciwanan bûn.   Ciwanan tîşortên bi nivîsa "Bi îradeya ciwanên Apoyî em ê Rêber Apo azad bikin" meşiyan. Di dema meşê de bi keviran êrişî ciwanan hat kirin. Çalakger ji bo demekê ji aliyê polîsên Fransayê ve hatin astengkirin. Piştî astengiya nîv saetê, ciwanan bi berzkirina dirûşma "Apoyî tên" meşa xwe dewam kirin.   Meş wê 11'ê Sibatê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bi dawî bibe.