Ciwan ji bo Ocalan meşiyan 2022-03-08 17:39:57   WAN - Li Wanê piştî mîtînga 8'ê Adarê bi sedan ciwan meşiyan û dirûşmeya "Ciwan fedaiyê Apo ne" berz kirin.    Li Wanê piştî mîtînga 8'ê Adarê ya bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya "dem dema azadiya jinan e" li Parka Mûsa Anter hat lidarxistin, meşeke girseyî dest pê kir. Bi sedan ciwan piştî mîtîngê meşiyan û dirûşmeya "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Ciwan fedaiyên Apo ne" berz kirin.   Ciwan barîkatên polîsan derbas kirin û heya Qada Beşyolê meşiyan.