Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir 2022-07-16 19:20:46     WAN - Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût ê di Newrozê de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin dest pê kir.    Meclîsa Ciwanan a Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo bîranîna Kemal Kûrkût ê di sala 2017'an de di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin tûrnûvaya fûtbolê da destpêkirin. Tûrnûva bi beşdarbûna 32 tîpaman dest pê kir.    Di tûrnûvayê de ewilî Yalispor û Arnasspor bi hev re lîstin. Tûrnûva li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li qadeke bixalî hat lidarxistin. Wêneyên Kemal Kûrkût , Denîz Poyraz û Ozan Yildirim û pankarta li ser "Em bi sporê tên cem hev du, em li HDP'ê xwe birêxistin dikin" û "Li dijî êrişên nijadperest bijî têkoşîna me ya jinan" nivîsandî hatin daliqandin.    Lîstikvan bi meşaleyan û pankarta li ser “Çi dibe bila bibe dê dawî bêhempa be” nivîsandî çûn qadê. Piştî ku Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez ORhan û Hevserokên HDP'a Wanê Fîkret Dogan û Handan Karakoyûn serkeftin ji lîstikvanan re xwestin lîstik dest pê kir.