Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir 2022-07-22 09:44:16   EDENE - Ciwanên HDP’î li Edeneyê bi meşekê komkujiya artêşa tirk a li Zaxoyê protesto kirin.   Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê bi mebesta protestokirina komkujiya artêşa tirk a li gundê Perex ê Zaxoyê pêk anî, meş li dar xist. Ciwanên ku li Taxa Denîzlî ya navçeya Seyhanê kom bûyîn, meşek li dar xist û di meşê de dirûşma “Dewleta kujer dê hesabê bide” berz kirin.     Demekî piştre jî ciwanan çalakiya xwe bi dawî kirin.    Di heman demê de ciwanan li Taxa Hurriyetê ya Seyhanê li ser dîwaran jî nivîsên weke “Ji Pirsûsê heta Zaxoyê dê hesabê bipirsin” û “Li dijî qirkirinê serhildan” nivîsandin.