Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin 2022-10-11 11:19:10   ANTALYA - Li Antalyayê di encama serdegirtinên malan de 6 xwendekar hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê de biryara binçavkirina gelek xwendekaran hat dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser malên endamên Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad a Antalyayê û Federasyona Şoreşger Sosyalîst (DESOF) de girtin. Di dema serdegirtinên malan de alavên malan hatin belavkirin û zembîlên fêkî û zebzeyan ên bi rengên kesk, sor û zer hatin parçekirin.    Di encama serdegirtinên malan de xwendekarên bi navên Alî Butkul, Berfîn Bîter, Îsmaîl Tetîk, Mîr Hasan, Botan û Ronya yên ku paşnavên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina xwendekaran nehat zanîn û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Antalyayê tên ragirtin.