Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan 2022-12-11 13:54:45   RIHA - Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dêrsim Dag di konferanca ciwanan a Rihayê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Ciwan, tecrîdê qebûl nakin.”    Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê li Eywana Tahir Elçî ya Baroya Rihayê 3’yemîn Kongreya Xwe ya Asayî li dar xist. Li eywana konferansê pankartên “Bi ciwanên rêxistinkirî re ber bi pêşeroja azad ve”, “Heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e” û “Jin, jiyan, azadî" hatibûn daliqandin. Beriya konferansê ciwanan govend gerand. Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û gelek ciwanên ji Dîlok û Semsûrê beşdarî konferansê bûn.    ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWΠ   Konferans, bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî sînevîzyonek hate pêşandan. Piştre jî Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dêrsim Dag axivî. Dag, diyar kir ku AKP-MHP li her qadê jin û ciwanan hedef digire û wiha got: “Îro li Başûr şerekî qirêjî tê kirin. Bi çekên kîmyewî hewl didin qirkirineke sedsalî bikin. Her wiha li dijî Rojava êrişên dermirovî pêk tînin. Bi polîtîkayên şerê taybet êrişî ciwan û gelê me yê li bakurê Kurdistanê dikin. Ji bo van êrişan çi ji destê wan tê dikin. Ciwanan ber bi xeletî û bêkariyê ve dibin.”    FIHÛŞ Û TIRYAK   Bi domdarî Dag ev tişt anî ziman: “Ji bo ku ciwan xwe birêxistin nekin, ya ku ji destê wan tê dikin. Fihûş û tiryaka li Kurdistanê zêde dibe. Tifaqa AKP-MHP’ê hewl dide ciwanan ji rastiyan wan dûr bixe. Ji ber kurdan hiqûq û edalet tune kirine. Dayika Emîne Şenyaşar ev 643 roj in bi daxwaza edaletê têdikoşe. Kujerên zarokên wê hêj niha jî li kolanên Rihayê digerin. Li hêla din ciwanên kurd ji bo Şoreşa Rojava berxwedaneke dîrokî kirin. Lê AKP-MHP tehemûla vê şoreşê nakin. Ji ber ku şoreşa jin, ciwan û mirovahiyê ye. Hemû dinya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya ku li Rojava aj da ye esas digire. Lewma jî ev êriş li dijî paradîgmayê tê kirin. Lê heta ku têkoşîna gelê kurd û ciwanan hebe, dê ev polîtîkayên şerê taybet, faşîzm û modernîteya kapîtalîst bi ser nekevin. AKP-MHP bi hemû hêza xwe êrişî ciwanên kurd dike. Lê ji bîr dike ku ev têkoşîn bi 3 ciwanan dest pê kir.”    BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ    Di berdewamê de bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha bi dawî kir: “Hêviya me ew e ku em ê piştî vê konferansê têkoşîna xwe mezintir bikin, dakevin kolanan û di demekî nêz de bersivê bidin desthilatdariya AKP-MHP’ê. Em ê nîşan bidin bê ka ciwan jiyaneke çawa dixwazin û polîtîkayên şerê taybet, zilm û zordariyê qebûl nakin. Ciwan, tecrîdê qebûl nakin û qebûl nake ku îradeya gelê kurd neyê qebûlkirin. Ciwan qebûl nakin ku Rêberê Gelê Kurd tune were hesibandin. Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin.”    Piştî axaftina Dag, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.