Li Edeneyê tecrîd hate protestokirin 2023-06-27 16:06:25 EDENE - Ciwanên Edeneyê li ser dîwaran nivîs nivîsandin û bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.    Encamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta protestokirin û bal kişandina ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ser dîwanên navçeya Seyhan a Edeneyê nivîs nivîsandin. Ciwanan li ser dîwaran nivîsên weke “Dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin” û “Bijî berxwedana zindanan” nivîsandin.