Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê kir 2024-05-21 15:05:47 DÊRSIM - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li Dêrsimê Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû da destpêkirin.    Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li Dêrsimê tûrnûvaya futbolê li dar dixe. Tûrnûva diyarî Gulistan Dokû ya li Dêrsimê hatibû windakirin, hat kirin. Meclisê navê Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû lê kir. Dê tûrnûva di çarçoveya kampanya “Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet” pêk were û tûrnûvayê îro li Dêrsimê bi dirûşma “Lêxe” dest pê kir.    EWILÎ TÎMÊN JINAN LÎSTIN    Maça ewilî di navbera du tîmên futbolê yên jinan de li Sehaya Xaliyê ya Mûnzûrê hat kirin. Furbolîstên jin bi formayên xwe yên ku wêneyên Gulistan Doku li ser bûn derketin sehayê. Li sehayê pankarta “Xwe bi têkoşîna li dijî şerê taybet re bike yek, bi ruhê jiyana nû re azad bibe” hat daliqandin. Beriya maçê dirûşmeyên “Gulistan Dokû li ku ye” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.    Parlamentera DEM Partyê ya Dêrsimê Ayten Kordû û Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û gelek nûnerên rêxistinên sivîl û siyasetmedar tev li temaşekirina maçê bûn. Maça tîmên jinan bi 2-2’yan bi dawî bû.    RÊ NEDIN ASÎMÎLASYONÊ    Hevşaredara Depê Songul Duzgun beriya maçê axivî û da zanîn ku Gulistan Doku hê jî nehatiye dîtin û li aqûbeta wê pirsî.   Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak jî anî ziman ku heta ku Gulistan Dokû were dîtin dê li aqûbeta wê bipirsin. Konak destnîşan kir ku armanca vê tûrnûvaya ciwanên wan ew e ku li ber asîmîlasyon û êrişên pergalê û serdestan bibin bersiv.    Parlamenter Ayten Kordû jî xwest hemû gelê kurd li ber polîtîkayên asîmîlasyonê rabe û destûr nede ku zarok û ciwanên wan bikevin nava torên asîmîlasyonê û tiryakê.    DI 28’Ê GULANÊ DE WÊ BI DAWÎ BIBE    Li Dêrsimê 2 tîm jê yên jinan bi giştî wê 19 tîm beşdarî tûrnûvayê bibin û wê tûrnûva di 28’ê gulanê de bi dawî bibe.