Sûlava Hewagê bi rengên payîzê xemilî 2024-11-18 09:41:33   RIHA - Sûlava Hewagê ya di navbera navçeya Hewagê ya Rihayê û navenda Semsûrê de cih digire, bi rengên payîzê xemilî.    Sûlava Hewagê ya di navbera navçeya Hewagê ya Rihayê û navenda Semsûrê de cih digire, bi rengên payîzê xemilî. Ava sûlavê ji cihekî bilind û di nava keviran de derdikeve. Di navbera bi sedan darên çinar û urzê de diherike û xwe digihîne Çemê Firatê. Welatiyên çav li vê dîmenê dikevin, mest dibin. Bi hatina demsala payîzê re, sûlav rojên bêdeng dijî. Sûlava Hewagê ji navenda navçeya Hewagê 15 km’an û ji navenda Semsûrê jî 60 km’an dûr e. Li ser sînorê Riha û Semsûrê ye. Sûlava bi xwezaya xwe ya rengîn û ava xwe ya zelal balê dikişîne ku di demsala havînê de bi hezaran kes diçin lê digerin, di heman demê de weke “Bihûşta veşarî” jî tê binavkirin.    Li gel dîmenên wê yên xweşik, li hêla din ji ber ku kesên diçin serdanê gilêşê xwe diavêjin derdorê, sûlav roj bi roj qirêjî dibe. Li gorî tapuyê dikeve ber sînorê gundê Agdere yê navenda Semsûrê û weke neguhêzbarekî girêdayî Mîllî Emlakê xuya dike. Sûlav, di bin venêrîna Îdareya Taybet a Bajar a Semsûrê de ye û terkî qedera xwe hatiye kirin.